Glazova: Li Tirkiyeyê ne PKK, gelê sivîl şer dike

Dr. Anna Glazova got, "Kurdan li herêmê lê dijîn bi rengê kantonan xwerêveberî ava kirin. Ev rewşa heyî nabe ji nedîtî ve bê."

Dr. Anna Glazova da xuyairin, ku Erdogan derfetê çareseriya bi rêbazên aştiyane ya pirsgirêka Kurd nenirxand û got, "Rûsya timî alîgirê yekîtî û rewşa unîter a Sûriyeyê bû. Lê belê em êdî nikarin hin rastiyên niha li herêmê hene, ji nedîtî ve werin. Kurdan li herêmê lê dijîn bi rengê kantonan xwerêveberî ava kirin. Ev rewşa heyî nabe ji nedîtî ve bê."

Seroka Daîreya Rojhilata Navîn a Enstîtuya Lêklînên Stratejîk a Rûsyayê Dr. Anna Glazova, der barê bûyer û qewimînên li Rojhilata Navîn de ji ajansa me re axivî.

'REWŞ BI VÎ RENGÎ BIDOME, WÊ ŞER LI BAJARÊN TIRKIYEYÊ JÎ BELAV BIBE'

Dr. Glazova bal kişand ser şerê dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê dimeşîne û got, "Li Tirkiyeyê ji xwe niha şerekî navxweyî diqewime. Dema mirov li operasyonên leşkerî yên tên meşandin dinêrin, dibînin ku pêkane ev şer li herêmên din jî belav bibe."

Dr. Glazova da zanîn, ku ev çirûska şer dibe ku li tevahiya bajarên Tirkiyeyê belav bibe û ev nirxandin kir: "Dema mirov bûyerên li welatên din ên Rojhilata Navîn qewimîne binirxînin, tê dîtin, ku şerê li wan deran ji ber berjewendiyên du aliyan ve rû dane. Lê belê li Tirkiyeyê yekane berpirsyarê van bûyeran heye. Ew jî rêveberiya Tirkiyeyê bi xwe ye."

Dr. Glazova bibîr xist, ku ji salên 1930'î û vir ve Tirkiye bi komkujiyan nêzî pirsgirêka Kurd a li Bakurê Kurdistanê dibe û got, "Di salên 1930 de çi jin çi jî zarok, dewleta Tirk bi deh hezaran mirov qetil kir. Polîtîkaya ku niha dewleta Tirk dimeşîne, dewama wê demê ye. Erdogan derfeta ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd bi dest xist, lê ev yek bi kar neanî. Bi pêvajoya aştiyê re hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê aboriyê ve atmosfereke guncaw derketibû holê. Ji sala 2012'an û pê ve li Tirkiyeyê rewşeke aram hebû û Kurd entegreyî vê bûbûn. Di heman demê de ji aliyê Erdogan ve ji bo naskirina hin mafên Kurdan ve hin gav hatibûn avêtin. Kurdên li parlamenta Tirkiyeyê, ji bo çareseriya bi rêbazên demokratîk a pirsgirêka Kurd di navbera deleta Tirk û rêveberiya PKK'ê de bûn navbeynkar. Lê belê kar li gorî daxwaza Erdogan nemeşiya û pêvajo hat xerakirin. Mirov dikarin bûyerên niha bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê ve girê bidin. Nuqteya destpêkê ew der e. AKP'ê ji ber ku di hilbijartinê de li gorî daxwaza xwe deng bi dest nexist, bûyeran destpê kirin. AKP'ê di encama hilbijartinan de xwest bibe yek partî. Piştî ku HDP bi serketineke mezin bend derbas kir û cihê xwe di Meclîsê de girt, hemû planên AKP û Erdogan serûbin bûn. Ji bo vê serketina HDP'ê binixumîne û dengên winda kiriye li xwe vegerîne, AKP'ê dest bi propaganda reşkirina HDP'ê kir. AKP'ê her wiha di vê demê de MHP û CHP ên ji destpêkê ve li dijî pêvajoyê bûn, girt cem xwe û li dijî tevgera Kurd dest bi êrîşeke topyekûn kir. Gelê Tirkiyeyê bi awayekî erênî li hevdîtina bi Ocalan re dinêrî. Lê belê partiya mûxalefeta bingehîn û MHP'ê di her firsendê de dan xuyakirin, ku ew li dijî van hevdîtinan e. Eger rêveberiya Tirkiyeyê û siyasiyên wê, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyeke aqilane nebînin, ev şer dikare li Tirkiyeyê belav bibe.

Dr. Glazova diyar kir, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê alî li dora maseyê rûnên, lê belê tevî vê yekê jî Tirkiye hînê di 'çareseriya çekdarî' de israr dike. Dr. Glazova got, "Di vê çarçoveyê de li gelek herêma rewşa awarte destpê kir. Li gelek bajaran derketina derve hat qedexekirin. Di nava vê demê de zêdeyî 700 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Nepêkane ku dewletên rojavayî vî şerê kirêt ê Tirkiye li hemberî welatiyên xwe dimeşîne, nabîne."

'LI TIRKIYEYÊ NIHA NE PKK, GELÊ SIVÎL ŞER DIKE'

Dr. Anna Glazova da xuyakirin, ku di dema dawî de Tirkiye li herêmê li dijî gelê sivîl şerekî gemarî dimeşîne û mirovên sivîl ên bêçek qetil dike.

Dr. Glazova got, "Dewleta Tirk mafê jiyaneke asayî nade gelê sivîl ê li herêmê dijî. Cih ewçend li gel hatiye tengkirin, ji bo jiyanê ji bilî berxwedanê ti rê jê re nehatiye hiştin. Yên niha li herêmê şer dike PKK nîne, gelê sivîl ê ku hewl tê dayîn mafê jiyanê jê bê stendin e. Bi qedexeya derketina derve re hemû pêdiviyên jiyanî yê gel hatine birîn. Li hemberî qedexeyên bi rojan, ji bilî berxwedanê ti rêyeke gel nîne. Ez nizanim bê Tirkiye bi çi rengî ji vê pêvajoya zehmet derkeve, lê belê wê gelekî dijwar be. Wê gelekî zehmet be ku gelê Kurd ji pêvajoya aştiyê re îqna bike."

'KANTONÊN ROJAVA ÊDÎ RASTIYEKE HERÊMÊ YE'

Ji bo pirsa "Rûsya destketiyên li Rojavayê Kurdistanê çawa dinirxîne?" Dr. Glazova ev bersiv da:

"Yek ji pirsên gelekî tê pirsîn 'Gelo Rûsya wê Federasyona Rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî qebûl bike' ye. Bersiva vê pirsê gelekî hêsan e. Beriya van bûyeran Rûsya her tim alîgirê rewşa yekîtî û hevgirtina unîter a Sûriyeyê bû. Lê niha hin rastiyên herêmê hene, ku nabe ji nedîtî ve werin. Li herêmên Kurd bi giranî lê dijîn, xwerêveberiyên bi rengê kantonan hatine avakirin. Û ev rewşa fîlî nabe ji nedîtî ve were. Divê em jî li gorî vê rewşê tevbigerin. Bêguman wê êdî Sûriye nebe mîna Sûriyeya berê. Lê dîsa jî hevparebûna xaka wê wê were parastin. Ji xwe Kurd jî di her platformê de dibêjin ew yekparebûna xaka Sûriyeyê diparêzin. Rûsya dixwaze nûnerên Rojavayê Kurdistanê beşdarî civînên ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê bi rêbazên demokratîk bibin. Bêguman ev hewldanên Rûsyayê hînê encameke şênber bi xwe re neaniye. Lê ji bo pêkhatina vê, wê hewldanên me bidomin."

Dr. Glazova di dewama axaftina xwe de gefa Tirkiyeyê ya destwerdana li Sûriyeyê nirxand û da xuyakirin, ku ew bûyerên niha li sînorê Sûriye-Tirkiyeyê diqewimin xetere dibîne.

'TIRKIYE HÊZA LI HERÊMÊ WINDA KIRIYE'

Dr. Glazova diyar kir, ku jî di wê baweriyê de ye polîtîkaya Tirkiykeyê ya li ser Sûriyeyê îflas kiriye û bûye hêza li herêmê windakiriye. Dr. Glazova got, "Tirkiye pozîsyona xwe ya li herêmê winda dike, Erdogan winda dike. Tirkiye û Erdogan di dema dawî de xeteyên gelekî mezin dikin. Tirkiye ji bo polîtîkaya xwe ya 'bi cîranan re sifir pirsgirêk' yanî rewşa navbeynkariyê terikand û ji bo bibe aktor ket nava hewldanan. Bi vê armancê destek da mûxalefeta Sûriyeyê. Şaşîtiya herî mezin a Tirkiyeyê; bi destpêkirina Bihara Ereban re ev kir û ev şaşîtî jî bi taybetî li welatekî cîranê xwe yê mîna Sûriyeyê kir. Tevî ku nîşaneyên vekirî hene ku dide xuyakirin her tişt ber bi nebaşiyê ve diçe, Tirkiyeyê di polîtîkaya xwe ya şaş de israr kir. Rêveberiya Tirkiyeyê qet ders ji vê dernexist. Têkçûna vê polîtîkayê hem Tirkiyeyê dixe nava rewşeke xitimandî, hem jî tê wateya windakirina Erdogan. Rewşa ku Erdogan niha tê de ye, rewşeke xitimandî ye. Tirkiye û Erdogan ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bikin, ji bo pêşî li polîtîkayên serketî yên Rûsyayê bigire, dibe ku serî li rêbazên gemarî bike. Di nava van de ji aliyê leşkerî ve dibe ku êrîşên provokatîf jî hebin."

Li ser zext û gefa Tirkiyeyê ya ji bo avakirina 'herêma tampon' jî Dr. Glazova da zanîn, ku bêyî desteka Amerîkayê nepêkan e Tirkiye tevbigere.

'EGER ERDOGAN DI VAN ŞAŞÎTIYÊ XWE DE ISRAR BIKE, WÊ AMERÎKA JÎ ÊDÎ NIKARIBE WÎ RIZGAR BIKE'

Dr. Glazova anî ziman, Amerîka bi helwesteke bêalî nêzî herêma tampon dibe û ev nirxandin kir: "Her çend di vê mijarê de car carna nêzîkatiyeke pozîtîf nîşan bide jî, mirov dikarin bêjin ku negatîf nêzî vê projeyê dibe. Sedema vê yekê jî ew e, ku Amerîka ji bo herêmê û ji bo Sûriyeyê xwedî polîtîkayeke cidî nîne. Bi taybetî beriya hilbijartinên serokatiyê, ku polîtîkayên Serok Obama yên li ser herêmê ewçend tê rexnekirin de, zehmet de di vê demê de ji bo pêşniyara 'herêma tampon' a Tirkiyeyê gaveke şênber biavêje. Bêguman ev yek Tirkiyeyê gelekî aciz dike û ji bo Amerîka di vî warî de gavê biavêje zextê dike. Şantaja Erdogan a 'hevalbendê te ez im yan Kurd e?' ku li Amerîka dike, mirov dikarin bi vî rengî şîrove bikin. Ev rewşa Tirkiye tê de ye, Erdogan ji aliyê derûnî ve dixe nava krîzekê. Di her krîza dikeve navê de, destpêkê ji Amerîka re diaxive. Lê eger Erdogan di van polîtîkayên xwe yên şaş de israr bike, wê êdî Amerîka jî nikaribe wî rizgar bike."

'TIRKIYE BI ŞANTAJA KOÇBERAN RE GEFA TEVLÎHEVKIRINA EWROPAYÊ DIXWE'

Seroka Daîreya Rojhilata Navîn a Enstîtuya Lêklînên Stratejîk a Rûsyayê Dr. Anna Glazova, pêla koçberan a ber bi Ewropayê ve, ku ji aliyê Tirkiyeyê ve weke gefekê tê bikaranîn nirxand û ev tespît kir:

"Hin pirsgirêkên Ewropayê niha bi koçberan re hene. Li gorî min qismî be jî ev krîz ji aliyê hin derdoran ve tê provokekirin. Weke ku tê zanîn Tirkiye qaşo mîna alîkariyê dide koçberan deriyên xwe vekir û pêşî li pêleke mezin a koçberiyê ber bi Ewropayê ve vekir. Tirkiye koçbe weke amûreke gef û şantajê li dijî Ewropayê bi kar anî û hewl da nîşan bide ku dikare Ewropayê tevlîhev-bê aram bike. Bala xwe bidinê, di nava koçberên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine şandin de, gelek ciwan hene, ku malbatên wan nînin. Tê gotin ku pere ji van re hatine dayîn. Ev zelal e; ev mirov ji bo entegreyê yan jî jiyîna li Ewropayê naçin. Ev mirov ji bo armancekê ji Ewropayê re tên şandin. Hin çalakiyên beriya pîrozbahiyên sersalê rû dan, vê nêrîna me piştrast dike. Fînlandiyayê ji ber ku berê îstîxbarata wê girt, pêşî li vê girt. Lê belê li gelek deverên Ewropayê çalakî hatin kirin. Hat xwestin ku ev bûyer malî hemû koçberan were kirin. Lê ev ne rast e. Dema mirov li Sûriyeya berî krîzê binêrin; bi têra xwe modern, aram bû û mirov bi hêsanî lê digeriyan. Lewma li gorî me bûyerên Ewropayê bi zanebûn tê provokekirin. Di vir de rola Tirkiyeyê divê biçûk neyê dîtin."

Ji bo rewşa heyî ya Kurdan li Sûriye û gelemperiya Rojhilata Navîn Dr. Glazova got, "Nebûna dewleta miletekî 40 mîlyonî, em ji aliyê mafên mirovan re rast nabînin."

Dr. Glavoza diyar kir, ku divê Kurd ji bo avakirina welatê xwe yê serbixwe li nava saziyên serbixwe yên mîna Neteweyên Yekbûyî li mafên xwe bigerin.