Di rapora pêşkêşî Komîsyona Karên Derve ya Parlamenta Ewropayê hat kirin de, êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî sivîlan weke 'nerazîbûna li dijî terorîzmê' hat pênasekirin û hat gotin, "Qedexeya derketina derve, dorpêçî û destwerdana hêzên ewlekariyê bi pîvan nîne."
Di raporê de hat ragihandin, agirbesta 3 salan a di navbera PKK û hikûmetê de bi dawî bûye û şer dijwar bûye. Di raporê de bang li Yekîtiya Ewropa (YE) tê kirin, ku di navbera PKK û Tirkiyeyê de 'navbeynkar'iyê bike.
Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê ev tespît kir; "Ewropa bi 'berçavka penaberiyê' li hemû qewimînan dinêre, lewma xwe bi Tirkiyeyê ve girê dide."
Di raporê de hat destnîşankirin, ku zext li serxwebûna dadgerî û azadiya ramanê tê kirin.