Di êrîşa DAÎŞ'ê de şervanê QSD'ê şehîd bû

QSD'ê ragihand ku li herêma Ebû Hemamê ya Dêrazorê di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê de şervanekî wan şehîd bûye, 3 jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku li herêma Ebû Hemamê ya li rojhilatê Dêrazorê danê êvarê di navbera hêzên wan û çeteyên DAÎŞ'ê de şer qewimî ye.

Li gorî daxuyaniyê, di vî eşrî de çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser wesayiteke hêzên QSD'ê û di encamê de şervanek şehîd bû, 3 şervan jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di şer de hejmara kuştî û birîndarên DAÎŞ'ê nehate tespîtkirin.