Komploya 15'ê Sibatê li Malmo hat şermezarkirin

Kurdistaniyên li bajarê Swêd Malmo dijîn tevî dostên xwe çalakiyek lidar xistin û komploya 15'ê Sibatê û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Swêd Malmo dijîn tevî dostên xwe çalakiyek lidar xistin û komploya 15'ê Sibatê û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.

Di xwepêşandana li meydana Molavangstorgetê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Dewleta kujer wê hesab bide" hatin qîrîn. Nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Malmo, Komeleya Êzidiyan û Nûnerê YNK'ê li vir axivîn û dan zanîn, komploya 15'ê Sibatê di şexsê Ocalan de êrîşek li hemberî gelê Kurd e. Çalakgeran ji dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê xwestin, êrîşên xwe yên li hemberî Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê li dijî Kurdan dikin, derhal bisekinîn.

Siyasetmedarê Kurd Welat Bagok jî destnîşan kir, ku Erdogan û desthilatdariya AKP'ê ji ber sûcên li hemberî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê kirine, divê li dadgeha navneteweyî werin darizandin.

Bagok diyar kir, tevî hemû êrîş û komkujiyan jî gelê Kurd wê berxwedana xwe bi ser bixîne û got, "Li ku êrîş hebe, li wir bexwedan jî divê hebe. Em ê mafê jiyana azad, heta dawiyê, berdêla xwe çi dibe bila bibe biparêzin."

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ji Kurdistanê re aştî, ji Ocalan re azadî" hatin qîrîn.