Di teqîna li Enqereyê de Tûggeneralek jî birîndar bû
Di çalakiya bombeyî ya duh a li Enqereyê de 28 kes mirin, 61 kes jî birîndar bûn. Di êrîşa li hemberî wesayîtên leşkerî de Tûggeneralek jî birîndar bû.
Di çalakiya bombeyî ya duh a li Enqereyê de 28 kes mirin, 61 kes jî birîndar bûn. Di êrîşa li hemberî wesayîtên leşkerî de Tûggeneralek jî birîndar bû.
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk da xuyakirin, ku rewşa Tûggneral Reha Ûfûk Er û hevsera wî baş e.
Li aliyê din, hat ragihandin ku 30 birîndar piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketine û tedawiya 31 birîndaran dewam dike.