Tirkmen ji Selefiyan reviyan û xwe li Efrîn û Lazkiye girtin

Berdevkê Meclîsa Gel a hatayê Hasan Ozgun da xuyakirin, ku Tirkmenên li herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê dijîn, ji Selefiyên ji aliyê AKP'ê ve tên destekkirin reviyan û xwe li Lazkiye û Efrînê girtin.

Berdevkê Meclîsa Gel a hatayê Hasan Ozgun da xuyakirin, ku Tirkmenên li herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê dijîn, ji Selefiyên ji aliyê AKP'ê ve tên destekkirin reviyan û xwe li Lazkiye û Efrînê girtin.

Ozgun mijar ji ANF'ê re nirxand û got, "Beşeke mezin a Tirkmenan, ji çeteyên Selefî reviyan û xwe li Efrîn û Lazkiyeyê girtine. Ber bi herêmên bêhtir ewle koç kirine. Ji ber ku herêmên lê dijîn ji aliyê çeteyên cîhadî ve hatine dagirkirin. Mijara Çiyayê Tirkmen cara yekê em dibihîzin. Navê vê derê bi Erebî 'Cebel Ekrad' e, yanî Çiyayê Kurdan e. Navê xwe yê fermî bi vî rengî ye. Li vê herêmê Tirkmen, Kurd, Ereb, Ermenî, mirovên ji baweriyên cuda dijîn. Bi şer re piştî ku çeteyên çeçen ên qetlîamker hatin wê derê, piraniya mirovên li vê herêmê dijîn nexwestin bi wan re hevkariyê bikin. Lewma beşeke mezin a gelê li vir herêm terikand û beşek jê neçar man li Efrînê ya din jî li Lazkiyeyê bi cih bibe. Beşeke girîng a Tirkmenên Sûriyeyî ji xwe ji komkujiyên çeteyên Selefî reviyane. Li şûna wan, niha rêxistinên Selefî yên ji Kafkasan di ser Tirkikyeyê re ji aliyê endamên MÎT'ê ve hatine birêxistinkirin, hene. Niha herêma Cebel Ekrad veguherandine qada şer. Tirkmenên ku Tirkiye ji bo şer ji xwe re bi kar tînin, ji xwe li wir nînin. Binêrin rûspiyên Tirkmen ên li wê derê daxuyanî dan, lê mixabin çapemeniya alîgir ji nedîtî ve hat. Bi giranî cih didin daxuyaniyên reîsên çete yên nîjadperest ên li wir 'li ser navê' Tirkmenan şer dikin. Ev radibin li ser navê Tirkmenan daxuyaniyê didin."

'ÊRÎŞA LI HEMBERÎ KURDAN WÊ LI HEMBERÎ HEMÛ GELAN BE'

Ozgun bal kişand ser êrîşa Tirkiyeyê ya bi topan a li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên berê xwe dane Azezê û ev tespît kir: "Halbûkî ji bo rizgarkirina Azezê ji çeteyên qetlîamker operasyon hatiye destpêkirin. Lê li hemberî vê êrîş li Hêzên Sûriyeya Demokratîk tê kirin. Divê ev yek bi awayekî vekirî bê gotin; Ne tenê bajarên Kurdan divê Îzmîr, Stenbol û Trabzon jî bi vê zanibin: Êrîşa li hemberî Azez, Lazkiye û Rojava, êrîşa li hemberî hemû gelên li ser vê xakê ye. Em bi hewldaneke welê re rû bi rû ne ku gel hemû wê bikevin nava êşeke mezin. Sedemeke bi tenê ya vê heye; Serokkomar dixwaze sîstema xwe ya li Qesrê bide rûniştandin. Li pêşiya vê yekê herêm, Kurd û hêzên azadî û demokrasiyê asteng in. Li hindur jî mûxalefetek heye. Ji bo rejîma xwe ya qesrê bide rûniştandin, hewl dide her rê û rêbazê bi kar bîne. Çavê xwe sor bûye û ev yek xeteriyeke mezin e li hemberî gelan."