Li Edeneyê D.Ş. ê 13 salî ku duh di pêşendanên 15’ê Sibatê bi guleya polîsan ji çîpê xwe yêrastê birîndar bû, beriya tedawiya wî bi dawî bibe hat binçavkirin. Her wiha 5 zarokên ji taxên cuda jî hatin binçavkirin. Bi D.Ş. re zarokekî 5 salî yê îro hat binçavkirin piştî karên li emniyetê sewqî dozgeriyê hat kirin.
Piştî îfadeyên li dozgeriyê 6 zarok bi îdîaya, “endamê rêxistinê ne” bi daxwaza girtinê sewqî hakimtiya lêpirsînê hatin kirin. Hakimtiya lêpirsînê têkîldarî D.Ş. ê birîndar û zarokekî din biryara girtinê da, der heqê 4 zarokan jî biryara hepsa malê da.