Tirkiyeyê destûr da 500 çeteyên din jî derbasî Ezazê bibin

Dewleta Tirk desteka xwe ya ji bo çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam ên nikarin li ber şervanên Ceyş el Siwar bisekinin, zêde kir. Dewleta Tirk destûr da 500 çeteyên din jî derbasî Ezazê bibin.

Dewleta Tirk desteka xwe ya ji bo çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam ên nikarin li ber şervanên Ceyş el Siwar bisekinin, zêde kir. Dewleta Tirk destûr da 500 çeteyên din jî derbasî Ezazê bibin.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ku navenda wê li Londonê ye da xuyakirin, 500 çeteyên di ser Hatayê re derbasî Tirkiyeyê hatin kirin, ji vir di ser Kîlîsê re derbasî Ezazê bûn.

Dîkrektorê SOHR Ramî Abdurrahman der barê 500 kesên destûr hat dayîn ji Tirkiyeyê derbasî Ezazê bibin de got, "Yên Îslamî û yên ne Îslamî" ne. Abdurrahman diyar kir, ev kes di bin çavdêriya otorîteyên Tirk de di deriyê sînor ê Bab el Selame de derbasî Ezazê bûn.

Dewleta Tirk a ku bi armanca pêşîgirtina li pêşdeçûna şervanên Ceyş el Siwar bigire topan li herêmê dibarîne, herî dawî di 14'ê Sibatê de bi qasî 350 çete di sînor re dabû derbaskirin.