AKP li Dortmûnd û Essenê hat şermezarkirin

Li Dortmûndê çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin. Li Essenê jî endam û rêveberên bi dehan saziyan li mizgefta Seîdê Kurdî dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan kirin.

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd, li bajarên Elmanya Dortmûnd û Essenê çalakî hatin lidarxistin. Li Dortmûndê çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin. Li Essenê jî endam û rêveberên bi dehan saziyan li mizgefta Seîdê Kurdî dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan kirin.

DORTMÛND

Li bajarê Elmanya Dortmûndê, bi armanca şermezarkirina êrîş û dorpêçiya li ser Sûrê, çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan li ser banga TJK-E û KCD-E li ber HBF a Dortmûndê li hev civiyan û çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan"," Bijî Berxwedana Sûrê", "PKK gel e gel li vir e", "Tolhildan", hatin qîrîn. Di axaftinên li vê derê hat ragihandin, ku heta dorpêçiya li ser gelê Sûrê heye bê rakirin, wê çalakî bidomin.

ESSEN

Li Essenê jî endam û rêveberên bi dehan saziyan li mizgefta Seîdê Kurdî dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan kirin. Bi çalakiyê re wê zext û komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike bên şermezarkirin û berxwedana gelê Kurd were silavkirin.

Çalakiyê duh destpê kir, wê sibe biqede.

...