Li Enqereyê kolan hatin valakirin
Li Enqereyê piştî teqînê kolan hatin valakirin. Li bajar panîkek mezin tê jiyîn.
Li Enqereyê piştî teqînê kolan hatin valakirin. Li bajar panîkek mezin tê jiyîn.
Li Enqereyê piştî teqînê kolan hatin valakirin. Li bajar panîkek mezin tê jiyîn.
Piştî çalakiya li hember servîsa leşkerî ya ku di saet 18:35’an de ya li Enqereyê pêk hat, kolanên bajar hatin valakirin. Li Enqereyê panîkek mezin tê jiyîn, gel ji malên xwe dernakevin. Piştî teqînê kolana Kizilay a ku rêya herî qelebalix a li herêma bajêre hat valakirin. Li hinek cihan ji ber lez û bezê alozî hatin jiyîn û tirs zêde kir û li gelek cihan trafîk hate girtin.
Li aliyê din piştî teqînê hat îdîakirin ku li kolana Konûr kesekî bi rih ê ku wek bombeyekî zindî hat diyarkirin rê li ber panîka zêde vekir.