Operasyonên qirkirina siyasî: 70 binçavî, 19 girtî
Li Skenderûn, Mersîn û Kop a Mûşê, di serdegirtinên malan de 45 jê zarok 70 kes hatin binçavkirin. Ji 47 kesên di operasyona li Tarsûsê de hatin binçavkirin, 19 hatin girtin.
Li Skenderûn, Mersîn û Kop a Mûşê, di serdegirtinên malan de 45 jê zarok 70 kes hatin binçavkirin. Ji 47 kesên di operasyona li Tarsûsê de hatin binçavkirin, 19 hatin girtin.
Li navçeya Hatay Skenderûnê, polîsan danê sibehê avêtin ser gelek malên li taxa Bûlûttepeyê. Di encama serdegirtinan de welatiyên bi navê Mûsa Şahîn, Ferhat Şahîn, Vedat Şahîn û Îbrahîm Aktaş hatin binçavkirin. 4 kesên li ser sedema binçavkirina wan agahî nehatin bidestxistin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
LI MERSÎNÊ 61 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li Mersînê jî, di serdegirtinên malan ên hemwextî de 45 jê zarok 61 kes hatin binçavkirin. Der barê sedema operasyonê de agahî nehat bidestxistin. Ji binçaviyan 45 zarok li Şaxê Zarokan a Mersînê, 16 kes jî li Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Mersînê tên ragirtin.
5 KES LI KOPÊ HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Kopê ya Mûşê danê sibehê jenderme û tîmên taybet bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de rêveberên navçeyê yên HDP'ê Nedîm Kaplan û Mahsun Çoban, endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr Bahattîn Orûç, Seyîthan Akkaya û Sîracettîn Çîftçî hatin binçavkirin. Di serdegirtinan de, mal hatin serûbino kirin û hate zanîn pirtûk û kompûterên li malan jî hatine desteser kirin. Her 5 kes birin Fermandariya Jenderme ya Navçeyê ya Kopê.
LI TARSÛSÊ 19 KES HATIN GIRTIN
Li navçeya Mersîn Tarsûsê, 47 kesên ku di 13'ê Sibatê de hatin binçavkirin, duh piştî ku karên îfadeyê yên li emniyetê xilas bû sewqî dozgeriyê hatin kirin. Îfadeya dozgeriyê heta danê sibehê dewam kir. Ji 47 kesên bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, 28 kes serbest hatin berdan. 19 kesên ku di nav de zarok jî hene, bi îdîaya "endamê rêxistinê" hatin girtin.