ROJANE
Hemû Nûçe
-
Meşa dirêj a li Danîmarkayê di roja duyemîn de ye
Meşa dirêj a li Danîmarkayê li hemberî komploya 15'ê Sibatê destpê kir, di roja duyemîn de ye. Tevlîbûna zêde ya jinan li meşê balê dikişîne. -
Komploya 15'ê Sibatê li Rûsyayê hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li Mîçûrînskê dijîn, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û êrîşên faşîzma AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê, şermezar kirin. -
'Ocalan ji bo aştiyê aktorekî girîng e!'
Di salvegera 17. a komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, heyetek ji 11 navdarên cîhanê bi pêşengiya Essa Moosa diçe Tirkiyeyê ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike. -
Komploya kirêt a navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd (4)
Endamê Heyeta Îmraliyê Balûken da xuyakirin, ku komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên global û serdest ve li dijî xeta jiyana nû ya Ocalan ji bo gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn hatiye kiriye. -
Komkujiya Cizîrê li Wûppertalê hat şermezarkirin
Di serî de komkujiya li Cizîrê, êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê ji aliyê endamên Mizgefta Ehmedê Xanî ve li bajarê Elmanya Wûppertalê hatin şermezarkirin. -
Rûyê veşartî yê sûcdar û gemarî yê dîroka şaristaniyê: Girtîgehên giravê û sîstema Îmraliyê
Rûyê rast ê şaristaniya çînî, herî zêde li zîndanên mîna xwe gemarî, sûcdar û qirêj tê dîtin. Lewma zîndan qadên rastî herî vekirî lê tê jiyîn e. Zîndan weke rewşa dojehê ya li ser rûyê erdê hatiye tesewirkirin. -
Şaredariya Parma ya Îtalyayê TEV-DEM kir mêvanê xwe
Şaredariya Parma ya Îtalyayê, berdevkên TEV-DEM'ê kir mêvanê xwe. -
ÎHD'ê ji bo rakirina tecrîdê serî li CPT da
ÎHD'ê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) da. -
Li Swîsreyê protestokirinên qetlîama Cizîrê didome
Li Swîsreyê li hember qetlîama Cizîrê bertek dewam dikin. Bi çalakiyên lig elek bajarên Swîsreyê ve dewleta Tirk hat protestokirin. -
Heyeta Navneteweyî ji bo hevîtina bi Ocalan re serî li wezaretê da
Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî, ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike serî li Wezareta Edaletê da. Heyet wê piştî danûstandinên xwe daxuyaniyekê bide. -
Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal ji wezîfeyê hat girtin
Wezareta Karên Hundir a Tirk, Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal ji wezîfeyê girtin. -
Li Elmanya û Fransayê komkujiya li Cizîrê hat şermerzarkirin
Li Ewropayê, çalakiyên ji bo şermezarkirina terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdisatnê komkujiyan dike, didomin. Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanya û Fransayê dijîn xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derketin û lenet li AKP'ê anîn. -
Li Danîmarkayê meşa li dijî Komploya 15'ê Sibatê destpê kir
Li Danîmarkayê, meşa dirêj a ji 25 kîlometreyan ku li dijî komploya 15'ê Sibatê tê lidarxistin, destpê kir. -
Meşa dirêj a ciwanan ji aliyê polîsê Elman ve hat qedexekirin
Meşa ciwanên Kurdistanî ya li Rastattê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. -
Di Civata Giştî ya DÎSK'ê de Soylû yê AKP'ê ji ber komkujiya Cizîrê hat protestokirin
Wezîrê Ewlekariya Civakî û Xebatê Suleyman Soylû yê tevlî Civata Giştî ya DÎSK'ê bû, dema ket hundirê salonê kedkaran dirûşmên 'Destên dirêjî Cizîrê dibin wê bişikên' û 'Kujer dizek Erdogan' qîriyan. Soylû bi lez û bez ji salonê derket. -
Waliyê Tirk ê li Şirnexê hewl dide komkujiyê veşêre
Waliyê Tirk ê li Şirnexê, ku ji bo veşartina komkujiya li Cizîrê got, "10 terorîst hatiye kuştin", niha jî wêneyên îşkenceya li cenazeyan ên ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin weşandin, derewand. -
Li girtî Gurler cezayê ragirtinê yê 'heqareta li Serokkomar' hat birîn
Melîh Gurler ê li Girtîgeha Bafra tê ragirtin, bi îdîaya ku di nameyeke xwe de 'heqaret li Serokkomar kiriye' bi 1 sal û 6 mehan cezayê ragirtinê hat cezakirin. -
2 qemyon û maşîneke kar hatin şewitandin
Li Sancaktepe ya Stenbolê maşîneke kar a Şaredariya Sancaktepeyê û 2 qemyon hatin şewitandin. -
Li Bochûmê komkujiya li Cizîrê hat şermezarkirin
Komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, li bajarê Elmanya Bochûmê bi meşekê hat şermezarkirin. -
Komkujiya Cizîrê li Swêdê hat protestokirin
Li herêmên Ûppsala û Dalarna yên Swêdê, bi armanca şermezarkirina komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kiriye, çalakî hatin lidarxistin. -
Meşa dirêj a li Hannoverê bi dawî bû
Meşa dirêj a ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Elmanya Hannoverê hat lidarxistin, piştî du rojan bi dawî bû. -
AvEG-Kon'ê ji bo meşa şermezarkirina 15'ê Sibatê banga tevlîbûnê kir
AvEG-Konê di daxuyaniya xwe de got, "Ji bo meşa 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu' ya di 13'ê Sibatê roja Şemiyê li Strasboûrgê were lidarxistin, em banga tevlîbûnê dikin." -
Komploya kirêt a navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd (3)
Rêberê Gelê Kurd Ocalan di nava tecrîda şidandî ya 17 salan a li Girtîgeha Îmraliyê de, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ket nava hewldanên berfireh. Ji pêvajoya diyalog û muzakereyê re pêşengî kir û pêvajo gihand Mutabaqata Dolmabahçeyê. -
Li dijî komplo û qetlîaman meş û rojiya berxwedanê
Kurdên derveyî welat li dijî Komploya 15’ê Sibatê û qetlîamên AKP’ê çalakiyên xwe didomînin. Civaka Îslamiya Kurdistan li mizgeftan dest bi rojiya berxwedanê kir, meşên dirêj jî dewam dike. -
Wezîr dibêje 'qediya' lê êrîş dewam dikin
Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala got, 'Li Cizîr operasyon bi dawî bûn', lê êrîşên li hemberî malên birîndar lê ne dewam dikin. Ji 139 kesan heta niha 68 kes hatin qetilkirin, aqûbeta 71 kesan nayê zanîn.