Li Norwêcê çalakiya ji bo Sûrê: Kujer Erdogan!
Li Norwêcê li dijî komkujiyên AKP li Kurdistanê dike çalakiyek hat lidarxistin.
Li Norwêcê li dijî komkujiyên AKP li Kurdistanê dike çalakiyek hat lidarxistin.
Li paytexta Norwêc Osloyê, ji ber xeterî heye li Sûrê komkujiyeke mezin ji aliyê dewleta Tirk ve bê kirin, gel herikî kolanan.
Di çalakiya rûniştinê ya li stasyona trenê ya Osloyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Tirkiye ji Kurdistanê bicehime" hatin qîrîn.
Li ser komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, belavokên bi zimanê Norwêcî hatin belavkirin. Televîzyona Norge jî çalakî şopand.
Polîsan ji çalakgeran xwestin dawî li çalakiyê bînin, lê çalakgeran saetekê qada çalakiyê neterikandin.