Di fûara tûrîzmê ya li Hambûrgê de dewleta Tirk hat şermezarkirin
Li Hambûrgê, di fûara tûrîzmê de dewleta Tirk hat şermezarkirin û banga boykotkirina vî welatî hat kirin.
Li Hambûrgê, di fûara tûrîzmê de dewleta Tirk hat şermezarkirin û banga boykotkirina vî welatî hat kirin.
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, di fûara tûrîzmê ya îro hat vekirin de dewleta Tirk hat protestokirin.
Aktîvîstên Meclîsa Jinê ya Rojbîn û Tatort Kurdistan danê sibehê pankart vekirin û belavokên bi serenavê "Hûn difikirin ji bo bêhnvedanê biçin Tirkiyeyê?" belav kirin. Di daxuyaniya çapemeniyê ya li vê derê de hat ragihandin, ku dewleta Tirk sûcê şer dike, destekê dide çeteyên DAIŞ'ê, li Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî û komkujiyan dike. Aktîvîstan banga boykotkirina Tirkiyeyê kirin û ji tûrîstên biyanî re gotin, pereyê hûn li Tirkiyeyê bi kar bînin tê wateya destekkirina pêkanînên faşîst ên hikûmeta AKP'ê.
HER ROJ ÇALAKÎ
Fûar wê heta roja Yekşemê bidome û çalakî jî her roj saet di navbera 14:00-16:00 de were lidarxistin. Roja 27'ê Mehê jî wê li Hachmannplatzê saet di 14:00 de meşeke mezin were lidarxistin.
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyê ji vê navnîşanê dikarin werin peydakirin: https://hamburg4kurdistan.blackblogs.org/