ROJANE
Hemû Nûçe
-
Operasyona ji bo tenêhiştina Kurdên li Elmanyayê: Polîsan avêtin ser Komeleya Ciwanên Antîfaşîst
Li bajarê Elmanya Hannoverê, polîsên Elman avêtin ser Komeleya Ciwanên Antîfaşîst ên Elman, ku piştgiriyê dide Kurdan. Kurdên li vî bajarî jî li ber avahiya komleyê li hev civiyan. -
Meşa dirêj a li Frankfûrtê bi mîtîngekê qediya
Meşa dirêj a li Frankfûrtê ya li hemberî komploya navneteweyî bi mîtîngê bi dawî bû. -
Li Viyanayê Kurd û dostên wan dimeşin
Li Awûstûryayê meşa ji bo bilêvkirina daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, di roja duyemîn de ye. -
Meşvanên li Parîsê li ber şaredariyan mîtîng pêk anîn
Meşa dirêj a ji du baskan ve li herêmên cuda yên Parîsê bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdisatnê re statu" roja Çarşemê destpê kir, bi mîtîngan dewam kir. -
Demîrtaş: Li Cizîrê qirkirin heye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş destnîşan kir, ku li Cizîrê qirkirin hatiye kirin û banga mezinkirina berxwedanê kir. Demîrtaş got, "Xeta rast xeta Cizîrê ye, ku nayê ser çokan, serî natewîne." -
28 çawişên pispor ên nexwestin li Sûrê şer bikin îstifa kirin
28 çawişên pispor ên li 1. Tûgaya Komando ya Kayseriyê wezîfedar, ku ji bo şer bikin şandin navçeya Amed Sûrê, dan xuyakirin ku ew naxwazin şer bikin û îstifa kirin. -
Meşa dirêj a li Leverkûsenê li ber Parlamenta NRW bi dawî bû
Meşa dirêj a li Leverkûsenê li dijî komployê û komkujiyan hat destpêkirin bi dawî bû. Di meşê de bal hat kişandin ser komkujiyên li Cizîr û Sûrê hatine kirin û dirûşma 'tolhildan' hat qîrîn. -
Li Tokyo û Osloyê, komkujiyên bi destê AKP'ê tên kirin hatin şermezarkirin
Li paytextên Japonya û Norwêcê Tokyo û Osloyê, li dijî komkujiyên li Cizîrê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin û bang li saziyên navneteweyî hat kirin. -
Hejmara leşkerên li Sûrê hatin kuştin bû 3
Li navçeya Amed Sûrê, ji leşkerên duh birîndar bûn yekî din jî mir. -
Li Fransayê konferansa 'Li Tirkiyeyê rewşa siyasî ya heyî û berxwedana Kurdan'
Li bajarê Fransayê Metzê bi mijara 'Li Tirkiyeyê rewşa siyasî ya heyî û berxwedana Kurdan' konfeansek hat lidarxistin. -
Di salvegera 17. a komploya navneteweyî de wê li Atînayê konferans bê lidarxistin
Di salvegera 17. a Komploya Navneteweyî de wê li paytexta Yewnanîstan Atînayê konferansek bi mijara "Di sala 17. a komploya navneteweyî de perspektîfên Ocalan ên ji bo derketina ji krîza li Rojhilata Navîn û rola Kurdan" bê lidarxistin. -
Li Stenbolê 5 wesayît hatin şewitandin
Li navçeya Stenbol Kagithaneyê 5 wesayît hatin şewitandin. Welê li wesayîtan hat ku nema dikarin bên bikaranîn. -
Berxwedana li Ewropayê mezin dibe: Li dijî serdestan em e bi ser bikevin
Dirûşmên berxwedan û azadiyê yên Kurdistanî û dostên wan li bajarên Ewropayê deng vedidin. Kurdistaniyan bi çalakiyên xwe re peyama "Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê Kurdistana azad a bi Rêberê azad re ava bikin." -
ÎMC TV û rojnameya Ozgur Gundemê li girtîgehê hatin qedexekirin
Serokê TAYD-DER'ê Mûsa Karbadag bal kişand ser zêdebûna binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan û diyar kir, tişta dixwazin li Sûr û Cizîrê bikin, ji aliyê ramanî ve hewl didin li girtîgehan bikin. -
Komploya kirêt a navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd (2)
Ocalan di nava tecrîda şidandî ya li Girava Îmraliyê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane ket nava hewldanên mezin û nîşanî tevaniya cîhanê da ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd navê sereke ye. -
Li Finlandiya û Îtalyayê wehşeta dewleta Tirk tê protestokirin
Li hember qetlîamên AKP’ê yên li Cizîr û tevahî Kurdistanê hêrs kêm nabin. Li Îtalya û Finlandiyayê dewleta Tirk hat protestokirin, berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin. -
Li Saarlandê ji bo protestokirina komployê meşek 3 rojan tê lidarxistin
Bi armanca protestokirina komploya navneteweyî û balkişandina ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li eyaleta Saarland a Elmanyayê meşek dirêj a 3 rojan tê lidarxistin. -
Ciwanên ji Stûttgartê derketin li Pforzheîmê ne
Meşa dirêj a ku di pêşengiya Ciwanên Azad de li dijî Komploya 15’ê Sibatê û wehşeta AKP’ê ji bajarê Stûttgart ê Elmanya destpê kir, îro ji stasyona Pforzheîmê dewam kir. -
Tîrol li dijî Komploya Navneteweyî meşiya
Kurdên li eyaleta Tîrol a Awûstûryayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa du rojan organîze kirin. -
Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Rûsyayê hat vekirin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk buroya nûnertiya xwe li paytexta Rûsya Moskovayê vekir. Nûnerê Rojavayê Kurdistanê û rayedarên Rûs tevlî vekirinê bûn. -
Li Parîsê meşa “Ji Ocalan Re Azadî” ji 2 baskan didome
Di pêşengiya Konseya Demokratîk a Kurd a Fransa (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd de meşa li dijî Komploya 15’ê Sibatê bi piştgiriya gelek saziyan ve ji 2 baskan didome. -
Yuksekdag: Rêya derketina ji vê rewşê, bi rakirina tecrîdê mimkûn e
Yuksekdag got: "AKP û Qesr di bin kavila wê jêrzemînê de mane. Desthilatdariyek siyasî ku hovîtiyek wisa pêk aniye ti pêşeroja wê nîne, ger hebe ew jî tarîtî ye.” -
Meşa dirêj a ber bi Bremenê ve di roja duyemîn de ye
Meşa dirêj a li hember komploya 15’ê Sibat û şermezarkirina komkujiyên AKP'ê ya ber bi bajarê Bremenê ve, di roja xwe ya duyemîn deye. -
Meşa dirêj a Berlînê di roja duyemîn de ye
Meşa dirêj a li eyaletên Berlîn û Brandenbûrgê ya bi şiyara "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" tê lidarxistin, dewam dike. -
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojava yê li Moskowayê diyar bû-HAT NÛKIRIN
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojava ya li paytexta Rûsya Moskowayê, îro saet di 15:00 de tê vekirin. Ji bo nûnertiyê jî Rodî Otman hat wezîfedarkirin.