Cejna Zimanê Kurdî li Cenevreyê hate pîrozkirin
Bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî li Cenevreyê panelek hate lidarxistin. Enstîtuya Kurd a Swîsreyê jî bawername da xwendekarên ku beşdarî kursa zimanê Kurdî bûne.
Bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî li Cenevreyê panelek hate lidarxistin. Enstîtuya Kurd a Swîsreyê jî bawername da xwendekarên ku beşdarî kursa zimanê Kurdî bûne.
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) û Enstîtuya Kurd a Swîsreyê çalakiyeke hevpar lidar xistin.
Çalakî li Salona Konferansê ya Mahatma Gandhi pêk hat û destpêkê Hevserokê NCDK'ê Osman Tekîn axivî. Tekîn bang Cejna Zimanê Kurdî li beşdaran pîroz kir.
Piştre bi moderatoriya Berdevka Enstîtuya Kurd a Swîsreyê Fatma Şik panelek hate lidarxistin. Şanoger Kemal Ûlûsoy, Perwerdekar û Pedagog Cewdet Sofî, Akademîsyen-nivîskar Biradostê Mîtanî, nivîskar Fehmî Kakaî û Sosyolog Dr. Baban Îlyasî weke qiseker beşdarî panelê bûn.
Di axaftinan de hate ragihandin ku Kurdî ne tenê zimanekî danûstandinê ye, di heman demê de amûreke ji berxwedan û nasnameyê ye û hate gotin, zimanê dayikê divê di jiyana rojane, perwerde, malê û jiyana civakî de bi rengekî çalak bê bikaranîn.
Nivîskar Fehmî Kakaî ku ji Swêdê bi rêya înternetê beşdarî panelê bû, bal kişand ser girîngiya wê yekê ku zarokên Kurd bi zimanê xwe yê dayikê mezin bibin.
Gelek kesên beşdarî panelê bûn anî ziman ku ji bo zimanê Kurd li dîasporayê bê parastin û pêşvebirin pêwîstî bi hewldanên hîn berfireh heye.
Di beşa çandê de jî performansa şano û hunerê hate pêşkêşkirin. Piştre Koma Dengê Medyayê derkete ser dikê û hunera xwe nîşan da.
Di pîrozbahiyê de bawernameyên serketinê li xwendekarên kursa zimanê Kurdî ji aliyê Enstîtuya Kurd a Swîsreyê ve hatin belavkirin.