Li Gazî êrîşa polîsan
Girseya li taxên Gazî û Okmeydanê yên Stenbolê qetlîamên li Kurdistanê protesto dikir rastî êrîşa polîsan hat.
Girseya li taxên Gazî û Okmeydanê yên Stenbolê qetlîamên li Kurdistanê protesto dikir rastî êrîşa polîsan hat.
Gelê li Taxa Gazî ya Sûltangazî û Okmeydani ya girêdayî Beyoglû yên Stenbolê hewl da qetlîam û dorpêçê li Kurdistanê protesto bikin rastî êrîşa polîsan a bi guleyên rast, bombeyên gazê û ava şid hat. Piştî êrîşê gel barîqat danî, bi xweparastinê bû bersiv.
Gel ê bi taybet dorpêça Mala Cem jî protesto kir, hewl da ji Parka Heykel heta pêşiya Qereqola Kevn bimeşe. Lê, polîsan bi guleyên rast, ava şid û bombeyên gazê êrîş kirin. Polîs li kolana binçavkirinan jî dike û di heman demê de êrîşî Mala Cem jî dike. Gel ê li Mala Cem asê maye jî bi çepik û fîtikan ve şîdeta polîsan protesto dike.
Her wiha hat diyarkirin ku polîsan got, “Em nahêlin hûn çalakiyan bikin” û êrîşî girseyê kirine.
Gelê li Okmeydani jî ji bo Kurdistanê li kolanan bû. Şaxa Mala Gel a Okmeydani bi armanca şermezarkirina êrîşa polîsan a li ser Şaxa Mala Gel a Okmeydani daxuyaniya çapemeniyê da. Girseya li pêşiya Şaxa Gel a Okmeydani kom bû, pankarta, “Mala Gel Gel e, Em ê parastina taxên xwe bidomînin” vekirin û dest bi meşê kirin. Di meşê de dowîz hatin rakirin, dirûşm hatin berzkirin. Bi destpêka meşê ve polîsan li Parka Sîbel Yalçin bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî girseyê kirin. Gel bi xweparastinê bersiv da.