ROJANE
Hemû Nûçe
-
Serdozgeriya Enqereyê xwest ÎMC TV were girtin
Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Ramazan Dînç ji Midûriyeta Giştî ya ya TURK-SAT'ê xwest weşanên ÎMC TV betal bike. -
Operasyonên qirkirina siyasî: 5 kes hatin girtin
Li Wan, Manîsa û Erzîromê ji binçaviyan 5 kes hatin girtin. -
Dundar û Gul hatin berdan
Berpirsyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Cûmhûriyetê Can Dundar û Nûnerê Enqereyê yê vê rojnameyê Erdem Gul hatin berdan. -
Ciwan wê li Elmanya û Swîsreyê bimeşin
Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan, êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û bêdengiya Ewropayê, ciwan ê li bajarên Elmanya Wûppertal, Frankfûrt, Hambûrg û li bajarê Swîsre Zurîchê bimeşin. -
Li Stûttgartê ji bo Xaziyên Pirsûsê çalakiya piştgiriyê hat lidarxistin
Li Stûttgartê, Rêxistina Alîkariyê ya Sor a Elmanya û AGÎF'ê, ji bo Xaziyên Pirsûsê û SGDF'ê çalakiyeke piştgiriyê ya enternasyonal li dar xist. Çalakî roja 25'ê li salona konfernasê ya Lînkes Zentrûm Lîlo Herrmannê pêk hat. -
NAV-DEM: Em bi xurtî tevlî çalakiya li Strasboûrgê bibin
NAV-DEM'ê da xuyakirin, ku dema çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê heta 12'ê Adarê hatiye dirêjkirin û banga tevlîbûneke xurt kir. -
Ciwanan terora AKP'ê protesto kirin
Li bajarên Elmanya Hambûrg, Stûttgart û Kolnê ciwanên Kurd bi pêşandana şano ya li nava kolanan re bal kişandin ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike. Li Kleve-Emmerîchê jî kon hat vedan. -
Penaberên Kurd û Iraqî li 'Kampa Şermê' di rewşeke zehmet de dijîn
Bi deh hezaran Kurd û penaberên ji gelên cuda yên ji şerê li Kurdistan û Iraqê reviyan e, li 'Kampa Şermê' ya li nêzî bajarê Dûnkerqûe yê Fransayê, di nava şert û mercên zehmet de dijîn. -
Ji bo Dundar û Gul daxwaza tehliyeyê
Parêzerên rojnameger Can Dundar û Erdem Gul, piştî AYM'ê derbarê daxwaza takekesî de biryara "binpêkirina mafê" daxwaza tehliyeyê kirin. -
AKP a nikare bi berxwedanê, 16 kes da girtin, 13 da binçavkirin
Di operasyonên bi fermana AKP'ê hatin kirin de 16 kes hatin girtin, herî kêm 13 kes jî hatin binçavkirin. -
Li Parlamenta Eyaletê ya Bremenê pêşnûmeyên li ser 'terora AKP'ê'
Li Bremenê, pêşnûmepirsên Partiya Çep a li ser zext û terora AKP'ê hat nirxandin. -
Davûtoglû: Agirbest ji bo me derbas nabe
Serokwezîrê Tirk Davûtoglû, têkildarî agirbesta li Sûriyeyê ku Rûsya û DYA li ser li hev kirine got, "Dema mijar ewlekariya Tirkiyeyê be, ev agirbest ji bo me derbas nabe." -
Daxwaza 230 parêzeran a ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
Daxwaza 230 parêzeran, ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, bi hinceta 'hejmara parêzerên serlêdan kirine zêde ye' hat redkirin. -
Çalakiya kon a li ber Parlamenta Viyanayê didome
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, çalakiya kon a li hemberî komkujiyên AKP li Kurdistanê dike hat destpêkirin û wê hefteyekê bidome, di roja 4. de ye. -
Li Rheîne tîma futbolê ya Kurd di tûrnûvayê de bû yekemîn
Li bajarê Elmanya Rheîneyê, di tûrnûvaya futbolê ya ku 21 sal in bi kevneşopî tê lidarxistin de, tîma futbolê ya bi navê Kobanê bû yekemîn. -
Patrîkê Keldanî: Guhertina Saddam bi yekî din re têrê nake
Patrîkê Keldanî Sako yê I. rexneyên tund li polîtîkaya vekirina deriyên Ewropa li Xiristiyanan kir û anî ziman, ku divê Ewropa ji bo jiyaneke însanî ya Xiristiyanan li ser xaka xwe, bikeve nava hewldanan. -
Dewleta Tirk li Hambûrgê hat şermezarkirin
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, di çarçoveya hefteya çalakiyan a bi şiyara 'Em komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê dike bisekinîn' de, li ber Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê mîtîngek hat lidarxistin. -
Margot Wallstrom işaret bi derfetên darizandina Erdogan kir
Wezîra Karên Derve ye Swêdê Margot Wallstrom da xuyakirin, ku darizandina Erdogan bi îmzekirina Peymana Romayê ji aliyê Tirkiyeyê ve, pêkane. -
Ayata: Tevlîbûna li nava şer têrê nake, derketina ji şer jî lazim e
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir, mejiyê Erdogan û DAIŞ'ê yek e û da xuyakirin, ku AKP a nikare xwe li rewşa heyî ya Kurdan rabigire, ji bo Kurd nebin xwedî statu hewl dide li Sûriyeyê komkujiyên nû bike. -
Sariyildiz: Ewropa ji komkujiyê berpirsyar e
Sariyildiz ê HDP'yî li panela li Strasboûrgê axivî û destnîşan kir, ku AKP li Kurdistanê şerekî bê exlaq dimeşîne. Sariyildiz diyar kir, ku Ewropa jî ji ber bêdengiya xwe berpirsyar e. -
Çalakiya kon a li Viyanayê di roja 3. de ye
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, çalakiya kon a li dijî komkujiyên AKP'ê hat destpêkirin û wê hefteyekê dewam bike, di roja 3. de ye. -
Parlamenterê Fransî Molac: Divê li dijî êrîşên hikûmeta Tirk helwest bê nîşandan
Parlamenterê Partiya Keskan Molac, ji hikûmeta Fransayê xwest, ku li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên AKP li hemberî Kurdan dimeşîne helwestê nîşan bide. -
Li Stenbol û Agiriyê 11 kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê di serdegirtinên malan de 10 kes hatin binçavkirin. Li Agiriyê jî kedkarekî tenduristiyê di wesayîta xwe de hat binçavkirin. -
Rêxistina Efûyê: Binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê zêde bû
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) rapora salane ya 2015'an eşkere kir. -
Çawişekî din ê pispor hat kuştin
Çawişekî din ê pispor ê di êrîşên li navçeya Amed Sûrê de cih girt, hat kuştin.