Rêxistinên Elewiyan: AKP’a ku li Kurdistanê mizgeftan dişewitîne, li Gaziyê êrîşî Mala Cem dikin

Saziyên Elewiyan ên li Enqereyê, êrîşên polîsên Tirk ên li hember Mala Cem û li ser mirovên li herêmê protesto kirin.

Federasyona Elewî yên Bektaşî (AFB) û gelek Rêxistinên Elewiyan êrîşa li dijî Malên Cem ên li Gazî ya Stenbolê bi daxuyaniyekî şermezar kirin. Elewiyên ku li rêya Yukselê hatin cem hev pankarta "Malên Cemê îbadetxaneyên me ne" vekirin. Li ser navê rêxistinên Elewiyan Sekretera AFB'ê Fadîme Turkyilmaz daxuyanî xwend. 
Turkilmaz anî ziman ku bi sedan salan e ku Elewî bi qatlîaman re rû bi rû ne û ew êrîşên ku li dijî Elewiyên aştiyê dixwazin pêk tên ji kû tên bila bên şermezar dikin. Turkyildaz destnîşan kir ku dewlet hewl dide ku Elewiyên xwe bafirîne û wiha axivî: "Daîreya Elewiyan a girêdayî serokwezîrtiyê, ji butçeyê par veqetandinê, ji bo Pîrên Elewî mûçedayînê tînin rojevê. Em Elewî dixwazin sîstem bila ji hemû baweriyan destên xwe vekişîne. Elewî baweriyên xwe çawa dijîn diyar e. Em baweriyên xwe bi pîr, ocax, saziyên xwe ve bi biryarên civaka Elewî ve dimeşînin û em ê wisa bidomînin jî."
Turkyilmaz got ku ew ê li dijî êrîşan bêdeng nemînin û wiha axivî: "Em Elewî ne, mirinê ji bo mafê jiyanê têkoşîna xwe bidomînin. Bila şer nebin û zarok nemirin. Em ê van gotinên xwe bidomînin."