ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk li Besançonê hat şermezarkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Fransa Besançonê dijîn, ji bo komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike şermezar bikin, çalakiyek lidar xistin. -
Ciwanên Kurd li Dragûîgnanê komun ava kirin
Ciwanên Kurd ên li bajarê Dragûîgnan ê li başûrê Fransayê dijîn, ji bo xwe ji pêvajoya li Kurdistanê re amade bikin û xwe bi rêxistin bikin, komunek ji 12 kesan ava kirin. -
Şervanê YPG'ê Atici li Baselê hat bîranîn
Şervanê YPG'ê Orhan Atici (Adil Konya) ê li Girkê Legê di 11'ê Îlona 2013'an de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Swîsre Baselê hat bîranîn. Bi sedan kes çûn serdana sersaxiya malbatê. -
Li Gaziyê pevçûn
Li ser êrîşa polîsan a li hemberî ciwanên ku li Taxa Gazî ya Stenbolê terora dewletê ya li Kurdistanê protesto dikirin, pevçûn derket. -
Terora AKP'ê li Îngilîstan, Kanada û Elmanyayê hat şermezarkirin
Li bajarê Îngilîstan Brîghton, li bajarê bajarê Elmanya Wûppertalê û li eyaleta Kanada Manîtobayê, komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike hatin şermezarkirin. -
Li Orebor ji bo zarokên Kobanê galaya piştgiriyê hat lidarxistin
Kurd û Suryaniyên li bajarê Swêd Orebor dijîn, ji bo piştgiriyê bidin zarokên Kobanê duh êvarê galayek lidar xistin. -
Li Strasboûrgê li dijî komkujiyên AKP dike, çalakiya hefteyekê
Li bajarê Fransa Strasboûrgê, ji bo raya giştî û saziyên Ewropayê li hemberî komkujiyên li dijî Kurdan tên kirin bikevin nava tevgerê, Kurdistanî wê hefteyekê çalakiyan lidar bixin. -
Ji bo xatirê Tirkiyeyê nabe ji mafên mirovan û dewleta hiqûqê tawîz bê dayîn
Hikûmeta Elman a ji ber bêdengiya xwe gelekî tê rexnekirin, di mijara mafên mirovan de Tirkiye hişyar kir. Wezîrê Dewletê Mîchael Roth got, "Ji bo xatirê Tirkiyeyê nabe ji mafên mirovan û dewleta hiqûqê tawîz bê dayîn." -
Xizmên windayan: Serokomar bi gotînên xwe ve teşwîqî sûc dike
Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ên ku li Amed, Gever û Îzmîrê aqûbeta xizmên xwe pirsîn bal kişandin qatlîamên li Cizîr û Sûrê. -
Li Berlîn, Viyana û Amsterdamê dewleta Tirk hat şermezarkirin
Komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, li Ewropayê tên şermezarkirin. Li paytexta Elmanya Berlînê, li paytexta Awûstûrya Viyanayê û li paytexta Hollanda Amsterdamê çalakî hatin lidarxistin. -
Chûrkîn: MÎT û DAIŞ'ê şebekeyeke hevpar ava kirine
Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vîtaly Chûrkîn da xuyakirin, MÎT û çeteyên DAIŞ'ê, ji bo çeteyên ji her devera cîhanê tevlî DAIŞ a li Sûriyeyê bikin, şebekeyeke hevpar li Tirkiyeyê ava kirine. -
9 kes li Îzmîrê hat binçavkirin
Li Îzmîrê polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser mal û wargehên xwendekaran. Di serdegirtinan de 9 kes hatin binçavkirin. -
DYA careke din Tirkiye derewand
Wezareta Karên Derve ya DYA, îdîayên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku digot, 'DYA alîkariya çekan dide YPG'ê' derewand. -
Terora dewleta Tirk li Ewropayê hat şermezarkirin
Terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê û gefên êrîşê yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê, li gelek navendên Ewropayê hat şermezarkirin. -
Komkujî û terora AKP'ê li Parlamenta Swêdê hat şermezarkirin
Êrîş û komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê dike, li Parlamenta Swêdê hat rexnekirin û şermezarkirin. -
'AKP'ê piştî teqînê derew kir'
Hevberdevkê HDK'ê û Parlamenterê Îzmîrê Kurkçu da xuyakirin, ku piştî teqîna li Enqereyê Tirkiyeyê derew kir û nayê qebûlkirin, ku bi van derewan re PYD û YPG dijmin were îlankirin. -
Tirkiyeyê ji bo Enqereyê wêneyê Çinarê nîşan daye
Dewleta Tirk, ku ji bo êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike dixwaze êrîşa bombeyî ya li Enqereyê bi kar bîne, ji bo êrîşê bixe stûyê YPG'ê, derket holê ku wêneyên êrîşa bombeyî ya çend meh berê ya li Çinarê weke delîl nîşan daye. -
Nivîskarê Yenî Şafak: Bila HDP'yî werin înfazkirin!
Ji rojnameya Yenî Şafakê Lekesîz xwest HDP'yî werin înfazkirin. -
Bombekirina komeleya Tirk li Stockholmê provokasyon e
Komele û siyasetmedarên Kurd ên li Swêdê dan xuyakirin, ku bombekirina komeleya Tirk a li Stockholmê provokasyonek e. -
DYA bersiv da Enqereyê: Ne diyar e êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin, desteka ji bo YPG'ê wê bidome
Hikûmeta Tirk hewl dide berpirsyariya êrîşa pêr êvarê ya li Enqereyê bixe stûyê YPG'ê. Li hemberî van hewldanên hikûmeta Tirk, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) cara duyemîn bersiv da. -
Li Bern, Bonn û Wûppertalê çalakî
Komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve li Kurdistanê tên kirin, li bajarên Elmanya Bonn û Wûppetalê û li bajarê Swîsre Bernê bi çalakiyan hatin şermezarkirin. -
Bi sedan çete li ser Tirkiyeyê re derbasî Ezazê bûn!
Hat ragihadin ku ji bo li hember YPG’ê şer bikin 2 hezar çete li ser Tirkiyeyê re derbasî bajarokê beramberî Kilîsê bûn. -
Leşkerên rejîma Sûriyeyê bajarokê Kînsîbba bi dest xistin
Leşkerên rejîma Sûriyeyê, bajarokê stratejîk Kînsîbba yê li bejahiya Lazkiye ye, xistin bin kontrola xwe. -
Li sê bajaran operasyonên qirkirina siyasî: 14 kes hatin binçavkirin
Li Dêrsim, Wan û Mûglayê, operasyonên qirkirina siyasî dewam kirin. Di operasyonên bi fermana hikûmeta AKP'ê hatin meşandin de 14 kes hatin binçavkirin. -
Li Norwêcê çalakiya ji bo Sûrê: Kujer Erdogan!
Li Norwêcê li dijî komkujiyên AKP li Kurdistanê dike çalakiyek hat lidarxistin.