ROJANE
Hemû Nûçe
-
Serokê PE: Tirkiye ji milê leşkerî nikare Kurdan têk bibe
Serokê Parlamentoya Ewropayê Martîn Schûlz rexneyên tund li polîtîkayên Tirkiye û Erdogan kirin. Schûlz, destnîşan kir ku Tirkiye di şerê leşkerî yê bi Kurdan re nikare bi ser bixe. -
Ji Xizmên Windahiyan daxwaza edaletê
Lêgerîna edaletê ya parêzvanên mafê mirovan û malbatên xizmên wan ji aliyê deweltê ve hatin windakirin û qetilkirin, didomin. -
Endamên Ciwanên Azad û YXK’ê li hember tecrîdê çalakiya kon didomînin
Li Qada Schloß a bajarê Stûttgart ê Elmanyayê ciwanên Kurd çalakiya xwe ya kon ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh dabûn destpêkirin, didomînin. -
Komên çete li Dîlokê li hev civiyan
Hat ragihandin, komên çete yên qaşo Koalîsyona Sûriyeyê û ENKS'ê îro li Dîlokê civîneke awarte pêk anîne. Di civîna ku rayedarên MÎT û Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk jî lê amade bûn, li ser êrîşên gengaz ên li dijî Rojava tê rawestîn. -
AKP û dewleta Elman li Mannheîmê hatin şermezarkirin
Li bajarê Mannheîmê, girtinên li Elmanya û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin. -
Li Soçî civîna ji bo xwedîderketina li Bakurê Kurdistanê
Li bajarê Soçî yê Rûsyayê, êrîşên AKP/Qesrê hatin şermezarkirin û piştgirî ji berxwedanê re hat dayîn. -
Li Bexdayê êrîşa bombeyî: 21 mirî, 42 birîndar
Di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ya li paytexta Iraq Bexdayê hat lidarxistin de herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dan, 42 kes jî birîndar bûn. -
Prof. Onder: Konsepta şer wê aboriya kedkaran têk bibe
Profesorê Aboriyê Îzzettîn Onder, bandora êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê li ser aboriya gel, ji ANF'ê re nirxand. -
Midûrê Nûçeyan ê ÎMC TV hat binçavkirin
Midûrê Nûçeyan ê ÎMC TV Hamza Aktan, di serdegirtina polîsan de li mala xwe hat binçavkirin. -
Bi pêşengiya Partiya Piraten li Berlînê Erdogan hat şermezarkirin
Li paytext Berlînê, bi pêşengiya Partiya Piraten, êrîşên AKP/Qesrê yên li dijî gelê Kurd hatin şermezarkirin. -
TŞYG: Em refên 1'ê Gulanê geş bikin, têkoşînê mezin bikin
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bi wesîleya 1'ê Gulanê ev bang kir: "Li dijî emperyalîzm, mêtîngerî, faşîzm, nîjadperestî û qirkirinê em di 1'ê Gulanê de refên xwe geş bikin, qadan dagirin." -
Li Stenbolê 6 wesayît hatin şewitandin
Li navçeya Stenbol Fatîhê duh bi şev 6 wesayît hatin şewitandin. -
Ciwanên Kurd ên buroya ZDF dagir kirin, çapemenî rexne kir
Ciwanên Kurd ên buroya ZDF a li paytexta Elmanya Berlînê dagir kirin, rexne li çapemeniyê girtin uk bi têrkerî cih nade girtin û komkujiyên li Kurdistanê. -
KNK'ê 1'ê Gulanê pîroz kir û banga daketina qadan kir
Konseya Rêveber a KNK'ê bal kişand ser girîngiya 1'ê Gulanê di nava têkoşîna azadî û rizgariyê ya gelê Kurd de û bang li gelê Kurd kir ku bi ruhê têkoşerî û berxwedanê dakeve qadan. -
Ciwanên Kurd li Stûttgartê bêdengiya çapemeniyê protesto kirin
Li Stûttgartê ciwanên Kurd ji bo balkişandina li ser polîtîkayên şer ên çeteyên AKP’ê û protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, avahiya Stûttgarter Pressehaûs dagir kirin. -
Ciwanên Kurd li Londrayê avahiya ITV dagir kirin
Li paytexta Îngilistan a Londrayê ciwanên Kurd ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, avahiya ITV’ê dagir kirin. -
Li Mannheîmê ciwanên Kurd li televîzyona xwecihî ya RNF’ê çalakî li dar xistin
Ciwanên Kurd ên li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, ji bo protestokirina tecrîda girankîrî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şerên qirkirinê yên li Kurdistanê, televîzyona xwecihî ya RNF’ê dagir kirin. -
Ciwanên Kurd li Parîsê avahiya France24 û radîoya RFI dagir kirin
Li paytexta Fransa Parîsê ciwanên Kurd avahiya France24 û radîoya RFI dagir kirin, tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, êrîşên qirkirinê yên AKP’e li ser Kurdistanê dimeşîne protesto kirin. -
Dîsa mirina biguman a leşkerekî
Tê îdîakirin ku li Uralê leşkerê bi navê Celal Mungan di qezayê wesayîtê de miriyê. -
Li Lûdwîgsbûrgê ji bo Haşîm Kûtlû merasîm
Ji bo nivîskarê Kurd Haşîm Kûtlû li bajarê Ludwîgsbûrge merasîm hate lidarxistin. -
KCD-E: Em ala kedê di 1'ê Gulanê de bilind bikin
KCD-E 1'ê Gulanê pîroz kir û bang li Kurdan û dostên wan kir, ku dakevin qadan. -
'Li ber rabûneke xurt dikare AKP'ê ji vê hewldanê vegerîne'
Parlamenterê HDP'ê Onder destnîşan kir, eger hêzên demokrasiyê bi xurtî li ber rabin, dibe ku AKP dest ji hewldana xwe ya tesfiyekirinê berde. -
Cenazeyê leşkerê Rûs ê ji aliyê YPG'ê ve hat wergirtin, gihaşt Moskowayê
Cenazeyê leşkerê Rûs ê di operasyona rizgarkirina Palmîra (Tedmûr) de jiyana xwe ji dest da û ji aliyê YPG'ê ve ji destê çeteyên DAIŞ'ê hat derxistin, gihaşt Rûsyayê. -
Karker û Kedkar di 1'ê Gulanê de wê li Bakirkoyê bin
Li ser banga rêxistinên pîşeyî û konfederasyonên karker û kedkaran, 1'ê Gulanê wê li Bakirkoyê bê pîrozkirin. Partiyên ji HDK û HDP'ê ji bo kombûna li Bakirkoyê bang kirin. -
Karkerên ji ber axaftina bi Kurdî bû hedefa êrîşê, rewşa wan xetere ye
2 xebatkarên înşaatê, ji ber ku bi hev re bi Kurdî daxivîn, bûn hedefa êrîşa bi kêran. Rewşa tenduristiyê ya her du karkeran giran e û ev 5 roj in di servîsa lezgîn de tên ragirtin.