Ji Xizmên Windahiyan daxwaza edaletê

Lêgerîna edaletê ya parêzvanên mafê mirovan û malbatên xizmên wan ji aliyê deweltê ve hatin windakirin û qetilkirin, didomin.

Li Amed,Êlih û Îzmîr wekî her hefteyê vê hefteyê jî ÎHD û xizmên windayan li aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin pirsîn. Parêzvanên mafên mirovan û malbatan daxwaza aştiyê kirin.

AMED

Xizmên windayan û ÎHD' a Amedê vê hefteyê jî bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" cara 377'emîn li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê hatin cem hev. Parêzvanên mafên mirovan û malbat vê hefteyê çîroka Dr. Recaî Aydin ê di 2'yê Tîrmeha 1994'an de li ser rêya Farqînê hat windakirin vegotin.

Di bîranînê de Serokê Şûbeya ÎHD'ya Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku ew dixwazin li welatekî aştî lê hebe bijîn û dubara daxwaza darizandina kiryaran kirin. Piştî Bîlîcî endama Komîsyona Hûqûqê yê ÎHD'ê Mûhterem Surer çîroka Recaî Aydin ê ku di 2'yê Tîrmeha 1994'an de hat windakirin vegot.

Surer bi bîr xist ku Aydinê ku li Binkeya Tenduristiyê ya Çinarê bijîşk bû, dema ji cihê kar derdikeve piştî kêliyekê li ser rêya Farqînê wesayîta wî deriyê wê bi awayekî vekirî tê dîtin û da zanîn ku hemû serîlêdanên wan î ji bo aqûbeta Aydin bê encam man.

Surer da zanîn ku di îfadeya Abdulkadîr Ayganê JÎTEM'î ya bi awayekî nivîskî bo Serdozgeriya Komarê ya Amedê ragihandibû de, Aydin ji aliyê JÎTEM'ê ve hatiye înfazkirin.

Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û bi vî awayî çalakiya vê hefteyê jî bi dawî bû.

ÊLÎH

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan di hefteya 376’emîn de wek her hefteyê li serê kolana Gulîstanê li ber Abîdeya Mafê Mirovan çalakiya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” domandin. Di çalakiyê de rêveberên saziyên civakî û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên di salên 1990’î de hatin qetilkirin hildan. Di daxuyaniyê de destpêkê rêveberê ÎHD’ê Parêzer Îlyas Tarim axivî. Îlyas got,"Em dixwazin kiryarên ku bi salane qesta canê me dikin bên darizandin û li welatekî demokratîk bi xwişk û biratî bijîn."

'AZADIYA RAMANÎ TÊ BINPÊKIRIN'

Tarim der barê destlênedayînan û êrîşên li hemberî parlamenterên HDP'î de jî axivî û wiha got, "Mafên azadiya ramanî, rêxistinbûyîn, siyaseteke azad û bêyî zext û zoriyan wek berê îro jî tên binpêkirin."

Tarim derbareyê 1'ê Gulanê Cejna Karkeran de jî axivî û diyar kir ku ev roj li hemberî zobetiya dewletê roja hesabpirsînê ye. Tarim detsnîşan kir ku divê demildest kiryarên kujeran bên dîtin û darizandin.

'BILA VEGERIN PÊVAJOYA AŞTIYÊ'

Tarim wiha axivî: "Divê vegerin pêvajoya aştiyê û ji zimanê. Em wek parêzvanên mafên mirovan heta kiryarên kuştinên meçhûl û yên di roja îroyîn de li nêv kuçeyan tên înfazkirin neyên dîtin û hesab ji wan neyê pirsîn û neyên darizandin, em ê her li qadan bin."

Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û bi vî awayî çalakiya vê hefteyê jî bi dawî bû.

ÎZMÎR

ÎHD' a Îzmîrê jî bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" cara 377'emîn li ber Sumerbanka Konakê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên "Winda diyar, kiryar li ku ne" û "Winda wijdanê te ye xwedî lê derkeve" hatin vekirin. Di daxuyaniyê de vê heftê jiyana Mehmet Şerîf Avşar ê di 22'yê Nîsana 1994'an de hat windakirin, hat vegotin.

Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û bi vî awayî çalakiya vê hefteyê jî bi dawî bû.