Ciwanên Kurd li Stûttgartê bêdengiya çapemeniyê protesto kirin

Li Stûttgartê ciwanên Kurd ji bo balkişandina li ser polîtîkayên şer ên çeteyên AKP’ê û protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, avahiya Stûttgarter Pressehaûs dagir kirin.

Li Stûttgartê ciwanên Kurd ji bo balkişandina li ser polîtîkayên şer ên çeteyên AKP’ê û protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, avahiya Stûttgarter Pressehaûs dagir kirin. Ciwanên daxwaza azadiyê kirin, nûçeyên têkîldarî Kurdan ên bi awayekî berevajî di çapemeniya Elmanyayê de derdikevin rexne kirin.

Ciwanên ku tecrîda dermirovahiyê û polîtîkayên şerên qirêj ên li Kurdistanê têne meşandin protesto kirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin, dirûşmeyên “Terorîst Tirkiye”, “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Aştî”, “Qetlîamker Erdogan Hevkar Merkel” di avahiyê de vedan.

Ciwanan derî derbas kirin, dosya pêşkêşî rêveberiya Stûttgarter Pressehaûs kirin, bal kişandin ku nûçeyên diweşînin berevajî ne. Ciwanan ji bo ragihandinê soz standin, bêdengiya çapemeniyê protesto kirin. Ciwanên Kurd diyar kirin ku heta ev nûçeyên têne berevajîkirin bi dawî bibin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe wê çalakiyên xwe bidomînin.