ROJANE
Siyasetmedar Hişyar Ozsoy anî ziman ku PKK'ê bi biryara dawî re di hevdîtinên aştiyê de destê Rêber Apo xurt kiriye û got, "PKK bi xwedîderketina li Rêberê xwe re fedakariyeke mezin dike ku destê wî di maseya danûstandinê de xurt dike."
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk a ku beriya rojekê li Amedê damezrandina xwe ragihand, deklarasyona xwe bi raya giştî re parve kir. Di maddeya destpêkê de qala “têkoşîna ji bo avakirina jiyaneke demokratîk û azad” hate kirin.
Dayikên Şemiyê yên ku li Qada Galatasarayê hatin ba hev, ji bo Halîl û Kasim Alpsoy ên ku beriya 31 salan hatine qetilkirin, edalet xwestin.
Pervîn Bûldan diyar kir ku li gel daxuyaniya PKK’ê wan şahidiya rojeke dîrokî kiriye û got: ‘’Divê êdî hemû kes berê xwe bide aşitiyê, bêyî hesaba bê ka kî çi gotiye û çi daye divê hemû kes aşitiyê di dilê xwe de hîs bike.’’
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ragihand ku dibe di carekê de PKK komkirina kongreya xwe ragihîne.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
Feleknas Ûca li Fînlandiyayê hin hevdîtin kir
Ûca ya HDP'yî li Fînlandiyayê hin hevdîtin kir. Ûca bi parlamenteran re rûnişt û êrîşên AKP/Qesrê xist rojevê. Parlamentera HDP'ê ji bo 'Kampanya Malbata Bira' jî daxwaza destekê kir.
-
KNK'ê qurbaniyên Tertelaya Dersimê bibîr anî
Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya 79. salvegera Qirkirina Dersimê, qurbanî bibîr anî û destnîşan kir, ku divê pêşeng û têkoşerên bizava neteweyî, ji bo hesab pirsîna ji dijmin bi biryar bin û têkoşînê sist nekin.
-
-
-
Li Lahrê civîna gel
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz di civîna gel a li bajarê Elmanya Lahrê de axivî û got, "Li hin bajarên mîna Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Geverê, bi rengekî ji salên 90'î wehşîtir mirov hatin qetilkirin."
-
-
Sariyildiz bi Hevserokê Die Linke Riexinger re rûnişt
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bi Hevserokê Die Linke Bernd Riexinger re hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de nûnerê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan û nûnerê Die Linke yê Baden Wurttembergê Bernhard Strasdeit jî amade bûn.
-
Paylan: Rastiyan bi zanabûn berovajî dikin
Paylan wiha got: “Îro, di çapemeniya alîgir de, nûçeyên mîna ku ‘Ez bûme sedema şer’ û ‘min provake kiriye’, dinivîsin û ji ber vê wekîlên HDP’yî rastî şideta fîzîkî hatine. Bi van nûçeyan rastiyan bi zanabûn berovajî dikin.”
-
Doza Bedrettîn Kavak li Hambûrgê destpê kir
Doza siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak ê 2002’yan li Elmanyayê bi tewanbarkirina “endamê rêxistina terorî ya li derwelat faal e” tê darizandin, li Dadgeha Bilind a Eyaleta Hambûrgê destpê kir.
-
Sosretiya fezlekaya Sariyildiz!
Fezlekeya Sariyildiz a ji bo "rakirina destnedanê" û îdiayên wekî "bi erebeya xwe çek dikişand" hatibû amadekirin, her çendî hat piştrastkirin ku bi maşineya xwe çek nekişandiye jî dîsa hat xwestin ku destnedana wî bê rakirin.
-
-
-
-
Kalkan: Ti tişt wê AKP'ê ji têkçûnê rizgar neke!
Kalkan rakirina destnedanê nirxand û got, "Eger tu zexteke ewçend dijwar bike, wê Kurd ji xwe re li çareyekê bigerin. Kurd wê li ber xwe bide û AKP'ê hilweşîne. Ne teror, ne libergerîn û ne jî qirkirin wê AKP'ê ji têkçûnê rizgar neke."
-
CRA: Em ê rastiyan her tim ronî bikin
Cemiyeta Rojnamevanên Azad (CRA) bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Rojnamegerên Cîhanê daxuyaniyek weşand û peyama "Em ê rastiyan biparêzin û her tim ronî bikin" da.
-
-
-
-
-
-
Gefa kuştinê li girtiyan tê xwarin!
Xizmên girtiyan dan xuyakirin ku li girtîgeha bi tîpa F ya Kirklareliyê zext, îşkence û şîdet tên kirin û diyar kirin, zext û şîdet di dema dawî de zêde bûne.
-