BI DÎMEN

Ciwanên Kurd ên buroya ZDF dagir kirin, çapemenî rexne kir

Ciwanên Kurd ên buroya ZDF a li paytexta Elmanya Berlînê dagir kirin, rexne li çapemeniyê girtin uk bi têrkerî cih nade girtin û komkujiyên li Kurdistanê.

Ciwanên Kurd ên buroya ZDF a li paytexta Elmanya Berlînê dagir kirin, rexne li çapemeniyê girtin uk bi têrkerî cih nade girtin û komkujiyên li Kurdistanê. Ciwanên ji Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), PYD û Ciwanên Azad, der barê rewşa li Kurdistanê û daxwzên xwe yên ji çapemeniya azad de daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Kurdistanê şer diqewime. Zêdeyî nîv sal in dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê bombeyan li bajarên Kurdan dibarîne. Bi hezaran aktîvîstên siyasî û rojnamevan hatin girtin, îşkence tê kirin û tên kuştin." Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku polîtîkayên AKP'ê bandorê li Elmanyayê jî dike û bal hat kişandin ser rewşa komedyenê Elman Jan Bohmermann.

Di daxuyaniyê de çapemeniya Elman hat rexnekirin ku cih nade nûçeyên li ser bikaranîna madeyên kîmyewî li hemberî gelê sivîl ê li Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din serbest bên berdan, qedexeya derketina derve were rakirin, operasyonê leşkerî bên sekinandin û pêvajoya demokratîkbûyînê were destpêkirin.

Ciwanên ku çalakiya dagirkirinê pêk anîn, ev daxwaz ji qenala televîzyonê ZDF kirin:

-Bi ciwanên kurd re hevdîtineke berfireh bikin

-Li ser rewşa dawî ya li Kurdistanê nûçeyên berfireh biweşînin

-Nûçeyên ji aliyê ajansên dewleta Tirk ve tên çêkirin bi çavekî 'rexneyî' bên nirxandin û rastiya van nûçeyan bê lêkolînkirin

-Bi ajansên nûçeyan ên serbixwe yên Kurd û li Tirkiyeyê re bêhtir agahiyan parve bikin û nûçeyên rast nîşan bidin.