DBP: Xurtkirina bingeha siyasî û demokratîk berpirsyariyeke dîrokî ye

Lijneya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê derbarê biryarên Kongra PKK'ê de daxuyaniyek nivîskî da û got, "Bi xwedîderketina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re xurtkirina vê bingehê berpirsiyariyeke dîrokî ye."

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî biryarên 12’emîn Kongra PKK’ê daxuyanî da. DBP’ê ev tişt parve kir:
“Danezana ku PKK’ê piştî 12’emîn kongreya xwe ya ji raya giştî re ragihand, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê destpêka pêvajoyeke nû ye. Biryarên ku ji kongreye hatin girtin, ne tene ji bo Kurdistan û Tirkiyê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn wê derî ji aştiyeke mayînde re veke.

Tevgera Azadiya Kurd, wekî duh îro jî berpirsyariya xwe ya sazkirina jiyaneke demokratîk, pir çandî, pir bawerî û pir nasnameyî didomîne. Ji ber vê yekê jî, ji bo jiyanake wekhev û azad bikeve meriyetê, ji bo hewldanên vê pêvajoyê bi erênî bi encam bibin divê dewlet û hikumet gav bavêjin. Her wiha divê muxalefeta civakî û siyasî jî bi hêzeke mezin xwedî li vê pêvajoyê derbikevin.

Têkoşîna çandî, bawerî û nasnameyî her wiha daxwaza statuyê ya ku gelê Kurd di sedsala 20’emîn de bi berdilên giran meşand, di vê sedsala nû de jî bi veguhestina azadiyê, edaletê û demokrasiye ji nû ve saz dibe.

AVAKIRINA JIYANA HEVPAR

Ji bo jiyanake hevpar ava bibe, divê îradeyeke mezin pêş bikeve. Ji ber vê yekê jî em car din diyar dikin ku, divê li ser esasên hiquqa gerdûnî, li ser esasên mafên mirovan û nirxên demokrasiye sazkirina civakeke nû pêk bê.

Di vî warî de bi banga birêz Ocalan a 27’ê Sibatê ve û bi 12’emîn Kongra PKK’ê ve ji bo serkeftina vê pêvajoyê em derbasî qonaxeke dîrokî bûn. Ji ber vê yekê jî, ji bo xwedîderketina iradeye çareseriyê, ji bo pêşxistina pêvajoyê di serî de qada siyasetê divê tevî dînamîkên civakî peywira xwe ya eslî û dîrokî bi cih bînin.

TÊKOŞÎNA 50 SALAN A PARASTINA GELEKÎ

Têkoşîna 50 salî ya ‘Parastina Gel’ bi banga Birêz Ocalan a 27’ê Sibatê ve ji têkoşîna siyasî û demokratîk re bingeheke nû ava dike! Xwedîderketin û bi hêzkirina ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ divê wek berpirsyariyeke dîrokî bê dîtin.

Bi vê berpirsyariyê ve em li hember tevî cangoriyên ku heya niha jiyana xwe ji dest dayî rêz digrin. Bi vê mabestê em ji gelê xwe radigihînin ku; ji bo avakirina civakake demokratîk a ku xeyala wê tê kirin, em ê bi tevî hêz û hewldanên xwe xwedî li pêvajoyê derbikevin û îradeya çareseriyê bi hêz bikin.”