Karkerên ji ber axaftina bi Kurdî bû hedefa êrîşê, rewşa wan xetere ye

2 xebatkarên înşaatê, ji ber ku bi hev re bi Kurdî daxivîn, bûn hedefa êrîşa bi kêran. Rewşa tenduristiyê ya her du karkeran giran e û ev 5 roj in di servîsa lezgîn de tên ragirtin.

Li Ûşakê karkerên bi navê Eren Somer (26) û Ûfûk Çelîk (28) hat îddîakirin ku dema li parka li ser kolana Îsmetpaşayê ya li hember walitiyê bi hev re bi Kurdî axivîn hatin kêrkirin. Hat ragihihandin, her du karker jî di destpêkê de dema bi kurdî daxivin ji aliyê ewlehiya taybet bi gotina "Hûn nikarin li vir rûnên" tên hişyarkirin û piştî israra rûniştinê bi kontrola GBT ya polîsan re rû bi rû dimînin. Karkerên piştî ji parkê derdikevin ji aliyê 3 kesan ve tên kêrkirin. 

Karkerê bi navê Eren Somer ji stû, zik û sînga xwe bi çar caran, Çelîk jî ji pişt û zikê xwe du caran derbê kêran dixwe. Çelîk û Somer ê piştre radikin nexweşxaneyê di lêgerîna giran de ne û hêj xetera jiyana wan berdewam dike. 

Ji malbatên ku ji bo agahî bigirin çûn Midiruyeta Polîsan re jî agahiya êrîşkar alkol girtine hatiye dayîn û piştî wê rojê jî agahiya "Her du alî jî alkol girtine. Me êrîşkar girtin" hatiye dayîn. 

Lê belê tevî ku xetereya jiyana karkeran berdewam dike jî êrîşkar bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. 

Bavê Somer, Zekî Somer destnîşan kir ku ev êrîşeke bi organîze ye û wiha got: "Ji serbest berdana êrîşkaran em vê fêm dikin. Ji ber ku em ji ewlehiya xwe gumanbar in ji nexweşxaneyê nikarin gavek bavêjin derve."