Karker û Kedkar di 1'ê Gulanê de wê li Bakirkoyê bin

Li ser banga rêxistinên pîşeyî û konfederasyonên karker û kedkaran, 1'ê Gulanê wê li Bakirkoyê bê pîrozkirin. Partiyên ji HDK û HDP'ê ji bo kombûna li Bakirkoyê bang kirin.

Li ser banga rêxistinên pîşeyî û konfederasyonên karker û kedkaran, 1'ê Gulanê wê li Bakirkoyê bê pîrozkirin. Partiyên ji HDK û HDP'ê ji bo kombûna li Bakirkoyê bang kirin. Ber bi Taksîm a hatiye qedexekirin jî wê ji hin cihan meş bê lidarxistin.

Li Stenbolê, DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê biryar da ku bi tenê ji bo îsal 1'ê Gulanê li Qada Bazara Gel a Bakirkoyê pîroz bikin. Di vê çarçoveyê de hevdîtin bi Walîtiya Stenbolê re hat kirin û destûra mîtîngê hat dayîn.

Partiyên ji HDP û HDK'ê, Partîzan, EMEP, Halkevlerî, CHP û Tevgera Hezîranê bersiveke erênî dan banga '1'ê Gulanê ya yekbûyî û girseyî' ya 4 rêxistinan û ji bo kombûna li Bakirkoyê bang kirin.

Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê û Kordînasyona HDK'ê ya Bajêr bal kişandin ser girîngiya têkoşîne yekbûyî û li dijî faşîzma AKP/Qesrê bang li endamên xwe kirin, ku li Bakirkoyê li hev bicivin.

Seroka ESP'ê ya Stenbolê Çîçek Otlû jî got, "Weke ESP ji bo mezinkirina têkoşîna yekbûyî em ê jî li Bakirkoyê bin."

Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan da xuyakirin, ku ji bo 1'ê Gulana 2016'an bi rengekî girseyî were pırozkirin, ew ê li cem karker û sendîkayên têkoşer bin.

Seroka Giştî ya Halkevlerî Oya Ersoy destnîşan kir, ku weke Halkevlerî (Malên Gel) ew ê jî li gorî biryara sendîkayan tevbigerin û li Bakirkoyê bin.

Ji pêkhateyên Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî Endamê Desteya Serokan a ODP'ê Alper Taş diyar kir, pêkhatina pîrozbahiya 1'ê Gulanê li Bakirkoyê nayê wê wateyê ku dest ji Taksîmê hatiye berdan û destnîşan kir, ku divê li Bakirkoyê bi rengekî girseyî dengê tevgera karkeran bê bilindkirin.

JI DU BASKAN VE WÊ MEŞ BÊ LIDARXISTIN

Ji bo mîtînga ber bi Bazara Gel a Bakirkoyê wê ji 2 baskan ve meş bê lidarxistin. Karker û Kedkar wê ji saet 11:00 û pê ve li Forûma Marmara û aliyê Încîrlî ya E-5 li hev bicivin û ber bi qada mîtîngê ve bimeşin.

Mîtîng wê saet di 13:00 de bi axaftina serokên konfederasyonan destpê bike. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî beşdarî mîtîngê dibe. 

STENBOL WÊ JI ALIYÊ POLÎSAN VE BÊ DAGIRKIRIN

Bi biryara Wezareta Karên Derve ve wê di 1'ê Gulanê de Stenbol ji aliyê polîsan ve bê dagirkirin. Wê rojê wê 15 hezar polîs, 3 helîkopter û 120 TOMA wezîfedar bin.