NÛ BÛ

Ciwanên Kurd li Parîsê avahiya France24 û radîoya RFI dagir kirin

Li paytexta Fransa Parîsê ciwanên Kurd avahiya France24 û radîoya RFI dagir kirin, tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, êrîşên qirkirinê yên AKP’e li ser Kurdistanê dimeşîne protesto kirin.

Li paytexta Fransa Parîsê ciwanên Kurd avahiya France24 û radîoya RFI dagir kirin, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên qirkirinê yên ku AKP’a faşîst li ser Kurdistanê dimeşîne protesto kirin. Ciwan bi dirûşmeyan saet 16.00’an ketin avahiyê û dest bi çalakiyê kirin.

2 ekîbên polîsan ketin avahiyê û hewl dan destwerdanê bikin. Ciwanên bi nûnerên radyoyê re axivîn, şertê tevlîbûneya bernameyê danîn holê. Daxwazên ciwanên ku bi dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “Bijî Berxwedana YPS” û “Ji Ocalan Re Azadî” çalakiya xwe domandin hatin qebûlkirin. Nûnerên Radyoyê wê ciwanan tevlî bernameyê bike.

Ciwanan piştî daxwazên wan hatin qebûlkirin xwestin çalakiya xwe bi dawî bikin. Vê carê jî polîsan hewl dan nasnameyên ciwanên Kurd kontrol bikin. Li hember vê pêkanînê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Çalakî saet 17.30’an bi vekişandina polîsan bi dawî bû.

 

...