KCD-E: Em ala kedê di 1'ê Gulanê de bilind bikin
KCD-E 1'ê Gulanê pîroz kir û bang li Kurdan û dostên wan kir, ku dakevin qadan.
KCD-E 1'ê Gulanê pîroz kir û bang li Kurdan û dostên wan kir, ku dakevin qadan.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCD-E) bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Piştevanî, Têkoşîn û Yekîtiyê ya karker û kedkaran daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de 1'ê Gulanê li gelê Kurd û hemû gelên cîhanê hat pîrozkirin û hat gotin, "Li dijî sîstema mêtîngerî û talankeriyê, mîna gelê Kurd ji bilî yekîtî, piştevanî û têkoşînê rêyeke din nîne.
KCD-E da zanîn, hurmeta herî mezin a li kedê; bi zanebûn pêşwazîkirina 1'ê Gulanê û gihandina ruhê têkoşîna hevpar li hemû qadan û platforman e.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê Kurd bi berxwedana xwe ya li hemberî faşîzma DAIŞ'ê re nîşanî tevahiya cîhanê da ye ku yekîtiya têkoşîna hevpar a gelan pêkan e. Berxwedana Rojava, serketina gelan e. Serketina bindestan, antî faşîstan, şoreşger, komunîst û alîgirên kedê ye. Vê berxwedanê îspat kiriye ku di serî de dîktatorê TC a mêtînger Erdogan û partiya wî AKP, hemû rejîmên faşîzma DAIŞ'ê xwedî dikin û ji nedîtî ve tên, piyonekî sîstema mêtîngeriyê ne. Heman ruhê berxwedanê li îro li Nisêbîn Şirnex, Gever, Cizîr û Sûrê dewam dike. (...) Çawa ku DAIŞ li Rojava têk çû, faşîzma AKP'ê jî wê li Bakurê Kurdistanê têk biçe. Gelê Kurd û mirovahî wê bi ser kevin. Têkoşîna gelê Kurd di heman demê de têkoşîna karker û kedkaran e. Ruhê afirîner ê enternasyonal, vîn û yekîtiya kedkaran e."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Hemû hêzên demokrasiyê yên Ewropayî û hêzên demokrasiyê yên Kurdistanî, bi vê hişmendiyê wê bi şiyara 'têkoşîna hevgirtî' di 1'ê Gulanê de li hev bicivin" û banga bilindkirina ala kedê hat kirin.