Berdevkê Karên Derve, Bazirganî û Parastinê yê Sinn Feinê Donnchadh Ó Laoghaire, têkildarî 12’emîn Kongra PKK'ê ji ANF'ê re axivî.
Ó Laoghaire diyar kir ku biryara fesihkirina PKK’ê û çekberdanê piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ya di 27’ê Sibatê de hat dayîn û got: "Ev ji bo hewldanên destpêkirina danûstandinên aştiyê yên avaker di navbera gelê Kurd û Tirkiyeyê de kêliyek krîtîk e. Sinn Fein bi awayekî zelal piştgiriyê dide hewldanên ji bo pêkanîna pêvajoyek aştiyê, rêzgirtina dualî, edalet û wekheviyê."
Donnchadh Ó Laoghaire bi bîr xist ku serokê berê yê Sinn Feinê Gerry Adams û endamê Parlamentoyê Declan Kearney danezana ku piştgirî bidin banga aştiyê ya Rêber Apo di 28’ê Adarê de ji hêla lîderên navneteweyî û xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê ve hatibê eşkerekin, îmze kiribûn.
Donnchadh Ó Laoghaire anî ziman ku Sinn Fein demildest berdana Rêber Apo diparêze û wiha domand: "Azadiya Abdullah Ocalan ji bo her lihevkirina siyasî pir girîng e. Divê civaka navneteweyî di pêşvebirina aştiyê de roleke avaker bilîze."