Li Stenbolê 6 wesayît hatin şewitandin
Li navçeya Stenbol Fatîhê duh bi şev 6 wesayît hatin şewitandin.
Li navçeya Stenbol Fatîhê duh bi şev 6 wesayît hatin şewitandin.
Li kolana Yokûşçeşme ya taxa Aksaray a navçeya Stenbol Fatîhê, duh bi şev saet di 01:30 de kes an jî kesên nasname nediyar 6 wesayîtên parkkirî şewitandin.
Ekîbên arkujiyê hatin cihê bûyerê û şewat vemirandin.
Di encama vê şewatê de welê li wesayîtan hat, ku nema karibin bixebitin.