BI DÎMEN

Li Mannheîmê ciwanên Kurd li televîzyona xwecihî ya RNF’ê çalakî li dar xistin

Ciwanên Kurd ên li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, ji bo protestokirina tecrîda girankîrî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şerên qirkirinê yên li Kurdistanê, televîzyona xwecihî ya RNF’ê dagir kirin.

Komek ji 10 kesan ketin avahiya RNF’ê, bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bêdengiya li hember qirkirinê protesto kirin. Ciwanan di dema çalakiyê de daxwazên xwe ji rayedarên televîzyonê re ragihandin. Rayedarên RNF’ê li beramberî daxwazê diyar kirin ku berxwedana Bakurê Kurdistanê ya bi îlankirina xwerêveberiyan destpê kir wê di kanalê de wek bername biweşînin. Ji bo ciwan jî tevlî vê bernameyê bibin agahiyên ragihandinê dan.

Çalakiya saet 16.00’an destpê kir, bi qebûlkirina daxwazan ve saet 17.00’an bi dirûşmeyan bi dawî bû.

...