'Li ber rabûneke xurt dikare AKP'ê ji vê hewldanê vegerîne'
Parlamenterê HDP'ê Onder destnîşan kir, eger hêzên demokrasiyê bi xurtî li ber rabin, dibe ku AKP dest ji hewldana xwe ya tesfiyekirinê berde.
Parlamenterê HDP'ê Onder destnîşan kir, eger hêzên demokrasiyê bi xurtî li ber rabin, dibe ku AKP dest ji hewldana xwe ya tesfiyekirinê berde.
Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder hewldana AKP'ê ya ji bo tesfiyekirinê ku bi rêya pêşniyara destnedanê pêk tîne, ji ANF'ê re nirxand.
Onder di erêkirina hewldana tesfiyeyê de bal kişand ser rola CHP'ê û got, "Ya diyarker helwesta CHP û wekîlên CHP'ê ye, ku wê nikaribin li pêşberî dîrokê hesabê vê bidin. Ji ber ku her du partiyên din, ji xwe li gorî rewşa xwe tevdigerin û zîhniyeta xwe bi cih tînin. Lewma ji aliyê CHP'ê ve hem berpirsyariyeke xwe ya dîrokî heye, hem jî dikarin aqûbeta dengdanê diyar bikin. Bi kurtasî, wê derkeve holê ku parlamenterên CHP'ê vê darbeya li hemberî xwe çiqasî qebûl dikin an red dikin."
Onder got, "Ji aliyê me ve jî; ji roja destpêkê ya jiyana siyasî û vir ve em li heman nuqteyê ne" û ev nirxandin kir:
'BI DARBEYA SIVÎL RE DIXWAZIN SÛCÊN LI KURDISTANÊ VEŞÊRIN'
"Yanî em xwe li pişt destnedanê venaşêrin û bi vî rengî siyasetê nakin. Ya ku em li dij derdikevin ew e, ku ev yek mîna 'Şûrê Demokles' her tim li ser serê me tê gerandin. Bi guhertineke mayînde ya destûra bingehîn re em dixwazin, ji bilî destnedana axaftinê, hemû aliyên din ên destnedanê bAên rakirin. Ev nêzîkatiya me ya pîvanî ye. Eger destnedan bi vî rengî AKP pêşniyar dike bê rakirin û wekîlên HDP'ê bixin nava lepên hêzên ewlekariyê, li Tirkiyeyê wê derbeke mezin li armanca siyaseta demokratîk û bendewariyan bikeve, ku cebirandina vê şikestinê wê nepêkan be. Şaş e ku ev pêvajo bi navê 'pêvajoya destnedanê' bê pênaskiirin. Ev yek operasyoneke ku bi darbeyeke sivîl Meclîs tê pûçkirin. Armanca vê yekê, nixumandina sûcên di nava şert û mercên şer de ji aliyê hikûmetê ve hatine kirin e. Bi vê yekê dixwazin partiyên din jî bikin şirîkê vê berpirsyariya xwe. Destnedan zêde xema AKP'ê jî nîne. Ya girîng nixumandina vê rewşa şer û parvekirina vî sûcî di nava partiyên din de, ye."
'HETA DAWIYA MEHA GULANÊ EM Ê BI HEMÛ KADROYÊN XWE LI MECLÎSÊ BIN'
Onder işaret bi êrîşên li Meclîsê kir û diyar kir, AKP'yî ji ber ku nikare li ber Qesrê 'rabin' timî êrîşî HDP'ê dikin û got, "Kengî êrîş dikin jî bersiva xwe digirin û tewşomewşo dibin. Ev yek ne êrîşa ewilî ye li hemberî me tê kirin; em hînî van bûne. Bi tecrûbeyan re me bi sedan caran dîtin, ku tişta jê re dibêjin 'destnedana mafê axaftinê' ya ku herî hêsanî dest lê tê dayîn e. Ji bilî çalakiyên li herêman berê biryara wan hatine stendin, me tevlîbûna wekîlan li hemû çalakiyan heta dawiya meha Gulanê taloq kirin. Bi hemû kadroyên xwe em ê li Meclîsê bin."
BANGA LI HÊZÊN DEMOKRASIYÊ
Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder da zanîn, ku li hemberî hewldana tesfiyeyê wezîfe dikeve ser milê hêzên demokrasiyê û got, "Hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê divê ne tenê li Meclîsê li her qada jiyanê li dijî helwesta faşîzan dengê xwe bilind bikin. Di vî warî de çiqasî raya giştî berfireh be û hêzên demokrasiyê li ber vê rewşê rabin, dibe ku hingî AKP ji vê hewldana xwe vegere. Me ev yek bi tecrûbeyan dîtin."