BI DÎMEN

Ciwanên Kurd li Londrayê avahiya ITV dagir kirin

Li paytexta Îngilistan a Londrayê ciwanên Kurd ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, avahiya ITV’ê dagir kirin.

Li paytexta Îngilistan a Londrayê ciwanên Kurd ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, avahiya ITV’ê dagir kirin. Avahiya televîzyona ITV’ê ya li hember tecrîd û qirkirina ku çeteyên AKP’ê li Kurdistanê pêş dixin bêdeng dimîne ji aliyê ciwanan hate dagirkirin.  

Ciwanên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Ciwanên Azad hilgirtin, dirûşmeyên “Terorîst Tirkiye”, “Qatilê Zarokan Erdogan”, Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Aştî”, “ITV Şiyar Be, Bêdengiya Xwe Bişkîne” berz kirin. Ciwanan deriyê ketinê girtin, heta cihê weşanê çûn, ITV a li hember şerê Qesrê bêdeng dimîne teşhîr kir.

Ciwan demek dirêj li avahiyê man, bêdengiya çapemeniyê protesto kirin, diyar kirin ku çalakiyên wan heta azadiya Ocalan wê bidome.

 

...