Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bi wesîleya 1'ê Gulanê daxuyaniyek weşand û got, "Em 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştgirî û Têkoşînê ya karker û gelên bindest bikin destpêka berxwedaneke nû û mezin a li dijî AKP ya faşîst."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, asta ku hikûmeta AKP'ê ya 13 sal in Tirkiye û Kurdistanê bi rê ve dibe û sîstema kapîtalîst a yekdestî gihaştiye; dizî, rantxwurî, bertîl, dijminatiya li jin û xwezayê, bazirganiya ol a rezîl ku dest davêje zarokan û rewşeke rizandî ye.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên li hemberî mafên karker û kedkaran û êrîşên wehşî yên li dijî qadên berxwedana xwerêveberiyê Silopiya, Farqîn, Hezex, Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex û Geverê hatin bibîrxistin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "li hemberî vê rizandin, terora faşîst û van daxwazên dagirkeriyê, gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dikarin bi têkoşîneke yekbûyî bisekinin. Roj roja mezinkirina têkoşîna hevgirtî û yekîtiya li gorî ruhê 1'ê Gulanê ye.
Gelên me ne mehkûmî van polîtîkayên hovan ye. Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) li dijî mêtîngerî, sîstema emperyalîst-kapîtalîst, paşverûtiya ji her awayî û li dijî hikûmeta AKP'ê ya faşîst, hêza şoreşgerî ya yekbûyî ya karkeran, ciwanan, jin, kedkar a tevahiya gelê me ye. Altenatîfa jiyana însanî, azadî û demokrasiyê nîşan dide."
TŞYG da xuyakirin ku 1'ê Gulanê berhema têkoşînên mezin ên çîna karker e û destnîşan kir, ku yek ji hêzên bingehîn ên bi pêşengiya TŞYG li dijî yekdestiya noker emperyalîst têdikoşe, karker in. TŞYG'ê ev bang li karkeran kir: "Di 1'ê Gulanê de em jiyanê bisekinînin, kolanan bixin destê xwe û berxwedanê bi hemû rêbazên têkoşînê mezin bikin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku yên sîstma mêtîngerî, paşverûtî û kapîtalîst a faşîst têk bibe, karker, gund, kedkar, xwendekar, jin û ciwanin û hat gotin, "Jiyaneke nû wê ji aliyê jin û ciwanan ve bê avakirin. TŞYG rêxistina têkoşînê ya jin û ciwanan e. Em di 1'ê Gulanê de hemû kolan û qadan veguherînin qadên berxwedanê."
TŞYG'ê da zanîn, li hemberî cihêkariya olî, mezhebî, neteweyî, xwecihî û zayendî, her wiha li hemberî parçebûna ji her alî ve, rê û çareya yekane berxwedan û şoreş e û got, "Gel û bindestên xwedî pêşengiya şoreşger û yekbûyî, têk naçin. Bi pêşengiya TŞYG'ê em di 1'ê Gulanê de têkoşîna yekbûyî mezin bikin.
Di dewama daxuyaniyê de ji bo berxwedêrên li Gever, Nisêbîn, Şirnex û Silopiyayê hat gotin, "Berxwedana we ya lehengî ya li hemberî paşverûtiyê û faşîzma AKP'ê, ne tenê ji bo Kurdistanê di heman demê de ji bo gelên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê rûmet e. Weke TŞYG em bi hemû hêza xwe xwedî li berxwedana we derdikevin. Em bang li gelên xwe dikin ku di 1'ê Gulanê de xwedî li berxwedanan derkevin."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Li dijî emperyalîzm, mêtîngerî, faşîzm, nîjadperestî û qirkirinê em di 1'ê Gulanê de refên xwe geş bikin, qadan dagirin."