Mazlûm Ebdî: Divê aliyên peywendîdar gavên pêwîst bavêjin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku gava nû ya ku ji hêla PKKê ve hatiye avêtin wê deriyên pêvajoyek siyasî û aştiyane li herêmê veke û got, "Hêviya me ew e ku hemû aliyên peywendîdar bi vê pêşveçûnê gavên pêwîst bavêjin."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî derbarê biryara PKK’ê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da. Daxuyaniya Ebdî wiha ye: "Biryara PKK’ê ya ji bo fesihkirina rêxistina xwe, bidawîanîna rêbaza têkoşîna çekdarî û destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya demokratîk, rêzgirtina ji bo banga Serok Ocalan e. PKK’ê di têkoşîna xwe ya demdirêj de li Rojhilata Navîn roleke dîrokî û biryardar girtiye ser xwe. Em bawer dikin ku ev gava nû wê deriyên pêvajoyeke siyasî û aştiyane li herêmê veke.

Hêviya me ew e ku bi vê pêşveçûnê re, hemû aliyên peywendîdar gavên pêwîst bavêjin û hemû dost piştgiriyê bidin pêvajoyê.”