Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pê ewle hatin bidestxistin, dewleta Tirk banga civîna 'lezgîn' li çeteyên qaşo Koalîsyona Sûriyeyê û ENKS'ê kir. Bi taybetî komên çete yên êrîşî herêma Şehba û Helebê dikin tevlî civînê bûn. Di civîna ku hînê dewam dike de, rayedarên MÎT û Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk jî cih digirin. Hat ragihandin, di civînê de li ser planên êrîşê yên li hemberî Efrîn û herêmên derdora wê tê rawestîn.
Li gorî agahiyan, dewleta Tirk bi tevlîbûna çeteyên qaşo Koalîsyona Sûriyeyê û ENKS'ê, di bin sîwana Ceyş El Sûnanh (Artêşa Sûnî) de êrîşên dagirkirinê bibe ser herêmê.
Hêjayî gotinê ye, beriya çend van komên çete bi desteka dewleta Tirk êrîşî çeperên Ceyş El Siwar û YPG'ê yên li Til Rifat, Eyn Deqne, Bilelon û Minixê kiribûn.
Li ser bersiva şervanên YPG/YPJ û Ceyş El Siwar şerekî dijwar qewimî bû. Çeteyan her wiha bi çekên giran êrîşî çeperên Vîlata Qazî yıa li rojhilatê Efrînê kiribûn.
Ev êrîşên çeteyan hatibûn şikestin û bi dehan çete hatibûn kuştin. Zêdeyî 60 birîndarên van çeteyan derbasî Kîlîsê hatibûn kirin û li nexweşxaneyên li vî bajarî hatibûn dermankirin.
Her wiha tê zanîn, ji ber êrîşa van komên çete yên li hemberî Kîlîsê jî gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.