Serokê PE: Tirkiye ji milê leşkerî nikare Kurdan têk bibe

Serokê Parlamentoya Ewropayê Martîn Schûlz rexneyên tund li polîtîkayên Tirkiye û Erdogan kirin. Schûlz, destnîşan kir ku Tirkiye di şerê leşkerî yê bi Kurdan re nikare bi ser bixe.

Serokê Parlamentoya Ewropayê Martîn Schûlz rexneyên tund li polîtîkayên Tirkiye û Erdogan kirin. Schûlz, destnîşan kir ku Tirkiye di şerê leşkerî yê bi Kurdan re nikare bi ser bixe.

Li gor rojnameya Dîe Welt a Elman, Schûlz got Tirkiye di bin rêveberiya Erdogan de ji milê pêşketina siyaseta demokratîk ber bi başiyê naçe.

Schûlz wiha axivî: “Tirkiye di milê pêşketina siyaseta demokratîk de ber bi başiyê ve naçe.”

Serokê Parlamentoya Ewropa, destnîşan kir ku di rêveberiya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan de rojnamevan, hunermend û muxalîf bi zextan re rû bi rû ne û bi Kurdan re jî ji nû ve şer mezin kiriye.

Schûlz got “Tirkiye vî şerî ji milê leşkerî nikare bi ser bixe” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ev şer bi rêyên aştiyane bê çareserkirin.”

Serokê PE, her wiha diyar kir ku têkîldarî pirsgirêka penaberan jî divê di navbera Tirkiye û YE de hevkariyek hebe.