Cenazeyê leşkerê Rûs ê ji aliyê YPG'ê ve hat wergirtin, gihaşt Moskowayê
Cenazeyê leşkerê Rûs ê di operasyona rizgarkirina Palmîra (Tedmûr) de jiyana xwe ji dest da û ji aliyê YPG'ê ve ji destê çeteyên DAIŞ'ê hat derxistin, gihaşt Rûsyayê.
Cenazeyê leşkerê Rûs ê di operasyona rizgarkirina Palmîra (Tedmûr) de jiyana xwe ji dest da û ji aliyê YPG'ê ve ji destê çeteyên DAIŞ'ê hat derxistin, gihaşt Rûsyayê.
Hêzên YPG'ê li ser daxwaza Rûsyayê operasyoneke taybet pêk anîn û cenazeyê leşkerê Rûs Aleksandr Prohorenko yê li Palmîra jiyana xwe ji dest dabû, ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat gotin, "Ji bo Wezareta me, wergirtina cenazeyê lehengê Federasyona Rûsyayê serpel Aleksandr Prohorenko û anîna welêt, cihê rûmetê ye."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Cenazeyê ramboyê Rûs, piştî karên taybet ên rayedarên hikûmeta Sûriyeyê û YPG'ê, gihaşt paytext Moskowayê."