BI DÎMEN

AKP û dewleta Elman li Mannheîmê hatin şermezarkirin

Li bajarê Mannheîmê, girtinên li Elmanya û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin.

Li bajarê Elmanya Mannheîmê, têkildarî girtina Alî Dogan li Bremenê û girtina xebatkarên Partîzan û rojnameya Ozgur Gelecek li Stenbolê, daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn.

Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û ATÎF'ê li pêşiya HBF a Mannheîmê hat lidarxistin û dewleta Elman û AKP hatin şermezarkirin.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li vir daxuyanî da û destnîşan kir, ku têkoşîna hevpar a Kurdan û derdorên demokratîk wê mezintir bibe.

Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî piştgiriya gelan" bi dawî bû.