KNK'ê 1'ê Gulanê pîroz kir û banga daketina qadan kir
Konseya Rêveber a KNK'ê bal kişand ser girîngiya 1'ê Gulanê di nava têkoşîna azadî û rizgariyê ya gelê Kurd de û bang li gelê Kurd kir ku bi ruhê têkoşerî û berxwedanê dakeve qadan.
Konseya Rêveber a KNK'ê bal kişand ser girîngiya 1'ê Gulanê di nava têkoşîna azadî û rizgariyê ya gelê Kurd de û bang li gelê Kurd kir ku bi ruhê têkoşerî û berxwedanê dakeve qadan.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîelya 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştgiriyê ya Karker û Kedkaran daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Karker û kedkaran bi têkoşîna xwe, bi xwedana eniya xwe, bi keda xwe ya helal, 1'ê Gulanê kirine cejna xwe ya 'Yekîtî, Têkoşîn û Piştgiriyê' û vê gavê li seranserê dinyayê tê pîroz kirin. Bila Cejna 1'ê Gulanê li karker û kedkarên Kurdistanê û hemû cîhanê pîroz be."
KNK'ê da xuyakirin, ku cejna 1'ê Gulanê di heman demê de cejna hemû gelên Kurd û Kurdistanê ye û wiha dewam kir: "Xelkê Kurd û hemû Kurdistanî ev serê sedan salan e ji bo azadiyê, ji bo rizgariyê, ji bo jiyaneke dilşa û serbilind têdikoşin. Ev têkoşîn bi xwe kedeke mezin û bihadar e. Lewma Kurdistanî karker û kedkarên azadiyê û rizgariyê ne. Pêkve xelkên Kurdistanî jî, bi vê keda mezin a têkoşînê, cejna 1'ê Gulanê heq kiriye. Bila li wan jî pîroz be. Gerîlla û Pêşmergeyên û doza mezin ya Kurdistanê jî bi fedakirina canê xwe karker û kedkarên herî rêzdar in û 1ê Gulanê ne, bila li wan jî pîroz be.
Cejna 1'ê Gulanê, li nav kanên ber û keviran, di kolan û derêxistina rejûya sedan kîlometre li binê erdî, li ser dîwarên xanî û avahiyan, li fabrîke û zeviyên çandinê û her çeperê xebata jiyanê hatiye qazanc kirin û bi têkoşîneke xurt û mezin bi dest ve hatiye."
Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin, ku 1'ê Gulanê wekî cejn bi serê xwe, ked e, xwêdan e, hêz e û enerjiya bîr û hizirî ya mirovahiyê ye û got, "Rejîmên zalim û zordar her daîm pîrozkirina vê cejnê qedexe kirine, hezaran zor û zehmetî derxistine pêşiya karker û kedkaran û hemû xelkê, da ku vê cejna kedê pîroz nekin. Lê ne karkeran, ne kedkaran, ne jî gel serê xwe li ber van zulmên serdestan şor nekirine, têkoşîn û berxwedana xwe domandine û ev cejn li ser çeperê têkoşînê bi dest ve anîne. Xelkê Kurd ji kevin were ev cejna kar û kedê wekî cejna xwe qebûl kiriye û bi dilgermî, coş û heyecaneke mezin pîroz kiriye."
Daxuyaniya KNK'ê wiha dewam kir:
"Têkoşerî û berxwdêriya doza azadiyê û rizgariyê, karkerî û kedkariya herî mezin e û xelkê me divê pêkve dakevin meydanan û hem cejna xwe pîroz bikin hem jî hêvî, xwezî û daxwazên xwe yên azadî, wekhevî û aştiyê bi dengekî bilind bêjin. Kurd û Kurdistanî di 1'ê Gulana îsal de jî bi wî ruhê têkoşêr û berxwedêr yê salan divê vê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê pîroz bikin ku ew jî parçeyekî wê dozê ne.
KNK 1'ê Gulanê, vê cejna karker û kedkarên cîhanê, li xelkê Kurd û Kurdistaniyan û hemû xelkên cîhanê pîroz dike. KNK hêvî û daxwaz dike ku rêveberiyên Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jî, fermiyetê bidine 1'ê Gulanê ku hem tatîl be hem jî bi giştî û gelêrî bête pîroz kirin."