Bi pêşengiya Partiya Piraten li Berlînê Erdogan hat şermezarkirin
Li paytext Berlînê, bi pêşengiya Partiya Piraten, êrîşên AKP/Qesrê yên li dijî gelê Kurd hatin şermezarkirin.
Li paytext Berlînê, bi pêşengiya Partiya Piraten, êrîşên AKP/Qesrê yên li dijî gelê Kurd hatin şermezarkirin.
Li paytexta Elmanya Berlînê, mîna her rojên Înê duh jî çalakiya "Keine Macht Erdogan- Freiheit ohne zensurwahl" a partiya Piraten (Partiya Korsanan - Piraten Partei) hat lidarxistin.
NAV-DEM, HDK û ATÎK'ê jî destek dan çalakiyê. Girseya gel a ber bi Sefaretxaneya Bilind a Tirk ve meşiya, komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, şermezar kir.
BRÛNO: JI BER KU EM KOMKUJIYAN BILÊV DIKIN...
Piştî çalakiyê, Serokê Piraten Brûno Kramm e hefteya derbasbûyî ji ber xwendina helbestekê hat binçavkirin, ji ANF'ê re axivî.
Brûno da xuyakirin, ku wî komkujiyên li Tirkiyeyê li hemberî Kurdan, jin û zarokan tên kirin xistiye rojevê, lewma hatiye binçavkirin.
Brûno got, "Erdogan, heman zexta li Tirkiyeyê dike, dixwaze bi rêya Serokwezîr Merkel li vê derê li me bike."