Prof. Onder: Konsepta şer wê aboriya kedkaran têk bibe
Profesorê Aboriyê Îzzettîn Onder, bandora êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê li ser aboriya gel, ji ANF'ê re nirxand.
Profesorê Aboriyê Îzzettîn Onder, bandora êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê li ser aboriya gel, ji ANF'ê re nirxand.
Prof. Dr. Onder da xuyakirin, ku şer ji nêz ve bandorê li aboriya kedkaran dike û diyar kir, ev yek wê xizmetên cemaweriyê kêm bike. Prof. Dr. Onder destnîşan kir, ku bi hilweşîna li Kurdistanê tê kirin re tê xwestin aboriya karsazan bê zindîrkirin û tevîneka civakî ji hev bê xistin.
Profesorê Aboriyê Îzzettîn Onder, bandora êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê li ser aboriya gel, ji ANF'ê re nirxand.
Prof. Dr. Onder got, "Maliyeta civakî ya ji ber şerê li Başûrrojhilat rû dide, nabe ku bi tenê ji aliyê pereyan ve bê pîvandin. Bandora hêrs û hestên neyînî yên di navbera gelan de derketiye holê, wê bi salan, nifş bi nifş dewam bike."
Prof. Dr. Onder di vê der barê de ev nirxandin kir: "Aliyê wê yê pereyî jî nediyar e. Mixabin di nava daneyên dudçeyê de em vê maliyetê bi zelalî nikarin bibînin. Lêçûnên ji bo tazmînat û malzemeyên leşkerî di rêjeyeke gelekî bilind de tê pênasekirin. Lêçûnên dema sûlhê û dema şer ji hev nayên cudakirin. Ev yek hem ji ber teknîka budçeyê ye, hem jî ji bo ji aliyê psîkolojîk ve bandorê li gel neke, bi armanca nixumandinê tê kirin."
'ŞERT Û MERCÊN KAR WÊ NEBAŞ BIBE, HATINE WÊ KÊM BIBE'
Prof. Dr. Onder da zanîn, şert û mercên xebatê yên kedkaran wê nebaş bibe, hatineyên wan wê kêm bibe û got, "Ji ber ku zextê li budçeya cemaweriyê dike, ev lêçûnên heyî wê xizmetên cemaweriyê û mafên xweyî yên mirovan kêm bike. Bi rengekî vekirî wê pêşî li pêşdeçûnê bigire."
'NERAZÎBÛN NAYÊ NÎŞANDAN, NÊZÎKATIYEKE XEMSAR HEYE'
Prof. Dr. Îzzettîn Onder bal kişand ser xemsariya kedkaran a li hemberî vê bandora şer a li aboriya wan û got, "Ji ber ku pirsgirêke weke 'parastina welêt' pêşkêşî civakê tê kirin, bixwazin an jî nexwazin kedkar û hemû beşên civakê bi tenê li rewşê temaşe dikin, nerazîbûneke têrker nîşan nadin. Xemsarî pirsgirêkeke civakî ye. Sendîka jî mîna her carê bi helwesteke ji rêzê, bi awayekî vekirî yan jî bi helwesteke şermokî li cem hikûmetê cih digirin."
ÇIMA TOKÎ?
Prof. Dr. Onder pêwendiya hilweşîna li Kurdistanê bi aboriyê û nirxand û işaret bi TOKÎ kir ku ketiye dewrê.
Onder ev nirxandin kir: "Li herêmên hatine hilweşandin, bi TOKÎ re dixwazin rewşa sekiniye bi karê înşaetê hinekî zindî bike. Lê sedemeke din a vê yekê heye ku gelekî girîng e. Bi înşaetên TOKÎ re dixwazin rewşa civakî ya van herêman xera bikin û cîhaneke nû ava bikin. Nepêkane ku mirov ji niha ve bandora gengaz a vê yekê ya li hemberî gelê herêmê vebêjin. Lê belê xuya ye li qada siyasetê armanceke bi vî rengî heye."