Tulay Hatîmogûllari: Rêya Tirkiyeya Demokratîk vebûye

Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku bi biryara PKKê re erka dikeve ser milê her kesî ew e ku "guherîn û veguherîna demokratîk li Tirkiyeyê misoger bike, di vî warî de gavên lezgîn bên avêtin û di avakirina Komara Demokratîk de pêşve biçe."

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari piştî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê bersiva da pirsên rojnamevanan. Tulay hatîmogûllari bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û diyar kir ku PKK di çarçoveya vê bangê de li hev civiya û biryarek da.

Tulay Hatîmogûllari got, "Biryara ku îro ji hêla PKK’ê ve hat ragihandin di dîroka Tirkiyeyê de xalek werçerxê ya pir girîng e. Ev biryarek pir girîng e. Pêşxistina gavên berbiçav ên ku di demokratîkbûnê de werin avêtin dê di pêvajoya piştî wê de pir diyarker be. Li cihekî ku çek bêdeng bûne, pevçûn tune ne, erka herî girîng dikeve ser milê me hemûyan, hikûmet, muxalefet û civaka Tirkiyeyê ew e ku em bi hev re guhertinek û veguherînek demokratîk li Tirkiyeyê misoger bikin, gavên lezgîn ên ku di vê wateyê de hewce ne bavêjin û di avakirina Komara Demokratîk de pêşve biçin. Rêya ji bo vê yekê vebûye. Ji bo gelên Tirkiyeyê ser xêrê be."