Li Lûdwîgsbûrgê ji bo Haşîm Kûtlû merasîm
Ji bo nivîskarê Kurd Haşîm Kûtlû li bajarê Ludwîgsbûrge merasîm hate lidarxistin.
Ji bo nivîskarê Kurd Haşîm Kûtlû li bajarê Ludwîgsbûrge merasîm hate lidarxistin.
Li bajarê Lûdwîgsbûrge yê Elmanyayê, ji bo nivîskarê Kurd Haşîm Kûtlû yê ku ji qirîza dil jiyana xwe ji dest dabû merasîm hate lidarxistin.
Li Navenda Çandê ya Elewiyan ya li Ludwîgsbûrgê xizmên Kûtlû, dost û hevalên wî hatin gel hev.
Piştî rêzgirtinê jiyana Kûtlû hat vegotin. Hevserokê FEDA’yê Erdogan jî li ser jiyana Kûtlû axivî.
Piştî ku li ber beytan Semah hate gerandin, Pîr Riza Yagmûr axivî.
Haşîm Kûtlû yê 16 salan ji têkoşîna THKO’yê girtî mabû, pîştre li Ludwîgsbûrgê jiyana xwe berdewam kir. Kûtlû yê ku di nav Têkoşîna Azadiya Kurd de jî cihê xwe girtibû, li ser wasiyeta wî li navçeya Pêrtag a Dêrsîmê wê bê definkirin.