Li Soçî civîna ji bo xwedîderketina li Bakurê Kurdistanê
Li bajarê Soçî yê Rûsyayê, êrîşên AKP/Qesrê hatin şermezarkirin û piştgirî ji berxwedanê re hat dayîn.
Li bajarê Soçî yê Rûsyayê, êrîşên AKP/Qesrê hatin şermezarkirin û piştgirî ji berxwedanê re hat dayîn.
Kurdistanî û rêveberên saziyên Kurd ên li bajarê Soçî yê Federasyona Rûsyayê, ji bo êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê şermezar bikin, li hev civiyan.
Civîn li salona civînê ya Marîns Park Otelê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir.
Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar li vir peyivî û diyar kir, komkujiyên çeteyên AKP/Erdogan li Kurdistanê dike, nêzîkatiya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan bi rengekî vekirî radixe pêş çavan. Cotkar da xuyakirin, gelê Kurd bi qasî ku siyaeta înkarê qebûl neke êdî zane bûye û destnîşan kir, têkoşîna gelê Kurd a bi taybetî li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya jin û ciwanan tê meşandin wê gelê Kurd azad bike.
Di civînê de Serokê Komîteya Karsaziyên Kurd li Soçî Huseyîn Kaya û Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Soçî Osman Îldîz mafê axaftinê wergirtin û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.