ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Japonyayê çalakiya ji bo HDP'ê
Kurdên li Japonyayê dijîn, li dijî biryara rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, li ber Sefaretxaneya Bilind a TC a li Tokyoyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. -
NCDK-Swêd: Bila CHP ji Sosyalîst Enternasyonalê bê derxistin
Li Stockholmê, têkildarî rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê daxuyaniyek hat dayîn û ev darbeya li dijî HDP'ê hat şermezarkirin. -
Fermandarê Hêzên Navendî yên DYA Votel serdana Rojava kir
Fermandarê Hêzên Navendî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) General Joseph Votel li herêma Kobanê hin hevdîtin kir. -
Fermandarê YPS'ê Kûrtay Besta hat bîranîn
Li paytexta Elmanya Berlînê, fermandarê YPS'ê Kûrtay Besta yê li Şirnexê jiyana xwe ji dest da û hemû şehîdên YPS'ê hatin bîranîn. -
MPKE darbeya destnedanê bi tundî rexne kir
Raportorên Tirkiyeyê yên MPKE Ingebjorg Godskesen û Nataşa Vûckovîc, ji be rakirina destnedanê bi tundî Tirkiye rexne kirin. -
Li Elmanyayê çalakiyên 'dest nede vîna min'
Li bajarên Elmanya Frankfûrt, Koln, Freîbûrg û Kasselê çalakî hatin lidarxistin û rakirina destnedana parlamenterên HDP'yî hat şermezarkirin. -
Şengaliyên li kampa Bielefeldê dimînin rastî êrîşê hatin
Piştî Sîegenê, vê carê penaberên ji Şengalê li bajarê Bîelefeldê rastî êrîşê hatin. Ji ber êrîşa Çeçenan gelek kes birîndar bûn. -
Li Parîsê rakirina destlênedana hate protestokirin
Li paytexta Fransa Parîsê, rakirina destlênedanên wekîlên HDP’ê bi meş û mîtîngê hate protestokirin. -
Li Hambûrgê meşa ciwanan
Di pêşengiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad de li Hambûrgê bi şîara “Li dijî faşîzma AKP’ê bi ruhê Hakî Karer û Kemal Pîr berxwedana enternasyonal” meşek hate lidarxistin. -
Li Viyana û Dresdenê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê û bajarê Elmanya Dresdenê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. -
Li Marsîlyayê ji koçberan meşa hevpar a protestoyî
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi armanca protestokirin û tehşîrkirina bazirganiya qirêj a li ser koçberan ku mabeyna welatên Yektîiya Ewropa û Tirkiyeyê pêk tê, meşeke havpar hate lidarxistin. -
Ji bo darizandina Erdogan ji NY re 50 hezar îmze
Kampanyaya îmzeyan a ji bo darizandina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, li Cinêwê bi mîtîngekê bi dawî bû. -
Li hember tabûra Tekelî êrîş
Hat diyarkirin ku di êrîşa bi hewanan a li hember tabûra Tekelî ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê de, herî kêm leşkerek hate kuştin. -
Li Hannoverê mîtînga ‘Xwedîderketina Îradeyê’
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi armanca protestokirina derbeya Qesrê, mîtînga “Xwedîderketina Îradeyê” hate lidarxistin. -
Onder: Jiyana hevpar di nava xeteriyê de ye; divê em eniya demokrasiyê ava bikin
Parlamenterê HDP'ê Onder diyar kir, piştî wergirtina biryara darbeyê ya li Meclîsê, jiyana hevpar ketiye nava rewşeke xetere û li dijî vê yekê, avakirina eniyeke xurt a demokrasiyê pêşniyar kir. -
Li Lyonê hevdîtinên Weqfa Jinên Azad a Rojava
Nûnera Weqfa Jinên Azad a Rojava, li bajarê Fransa Lyonê hevdîtin hevdîtinan dike. -
Ozturk a HDP'yî: Em bersivek mîna dema Kobanê bidin
Tûgba Hezer Ozturk a HDP'yî, di civîna gel a li Marsîlyayê de li dijî darbeyê banga berxwedanê kir. -
'Li dijî darbeya faşîst em dakevin kolanan!
Bi pêşengiya HDK Ewropayê, gelek partî, komele, platform û saziyan li dijî darbeya Qesrê banga çalakiyan kirin. Di daxuyaniya hevpar de hat gotin, "Em ê bi ti awayî teslîm nebin" û hat destnîşankirin, ku divê berxwedan bê xurtkirin. -
NAV-DEM'ê ji bo meş û mîtîngên li dijî darbeyê bang tevlîbûnê kir
NAV-DEM'ê nerazîbûneke tund nîşanî darbeya li hemberî HDP'ê da û ji bo meş û mîtîngên li hemberî vê darbeyê werin lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Dixwazin yekane partiya mûxalîf a li Meclîsê tesfiye bikin
Parlamenterên HDP'ê nerazîbûn nîşanî guhertina destûra bingehîn a rakirina destnedanê dan û gotin, "HDP yekane partiya mûxalîf a li Meclîsê ye. Lewma dixwazin HDP'ê tesfiye bikin." -
Darbeya destnedanê Yekîtiya Ewropa xist nava fikaran
Darbeya destnedanê ya ji aliyê Tayyîp Erdogan û AKP'ê ve hat kirin, welatên Yekîtiya Ewropayê yên di berdêla peymana penaberan de danûstandinan li ser serbestiya vîzeyê dikin, dixe nava 'fikar'an. -
Ciwanên Kurd sibehê li qadên Ewropa ne
Di pêşengtiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad de sibehê li Mannheîm, Hambûrg, Koln û Parîsê bi şîara “Li dijî faşîzma AKP’ê bi ruhê Hakî Karer û Kemal Pîr berxwedana navneteweyî” wê meş bê lidarxistin. -
Demîrtaş: Ti hevalên me bi dildarî naçin îfadeyê
Hevserokên HDP’ê Yuksekdag û Demîrtaş piştî civîna komê daxuyanî dan. Demîrtaş got: “Ez bang li tevahî dozgeran dikim. Ji niha amadekariyên xwe bikin. Biryarên girtin, bi darê zorê birinê derînin. Ji ber em ê bi dildarî neyên.” -
Li Strasbourgê çalakiya ‘Dest nede îradeya min’
Li Strasboûrgê bi hezaran Kurd, Fransî, Elewî û çepgir li peşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk kom bûn û çalakiya protestoyî li dar xistin. -
KESK: Em yekgirtî bin!
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ozgen hişyar kir ku rakirina destlênedanan wê şer û kaosa li welêt kûrtir bike. Ozgen bang lig elan û hêzên demokratîk kir ku têkoşîna hevpar mezintir bikin.