ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Londonê Festîvala Çand û Sporê pêk hat
Li paytexta Îngilîstan Londonê, ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê, bi pêşengiya Ciwanên Azad UK Festîvala Çand û Sporê hat lidarxistin. Di şexsê Çiyager Batman, Zinar Raperîn û Leyla Şaylemez (Ronahî) de hemû şehîdên şoreşê hatin bîranîn. -
'110 parlamenter dikarin vîna demokratîk nîşan bidin'
Alîkarê Hevserokên HDP'ê Alp Altinors bang li wekîlên CHP'yî yên dengê 'Na' bi kar anîn kir û got, "110 parlamenter dikarin vîna demokratîk nîşan bidin û vê pêşnûmeyê bibe ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn." -
Mikurhatina Serfermandariya Giştî ya Tirk: 3 hezar û 342 leşker ji bo şer bêkêr bûne
Di daxuyaniya îro ya Serfermandariya Giştî ya Tirk de hat gotin ku di şer de 483 leşker û polîs mirine, 2 hezar û 859 jî birîndar bûne. -
2 tîmên taybet ên li Şirnexê birîndar bibûn mirin
2 tîmên taybet ên di demên cuda de li Şirnexê di şer de birîndar bibûn li GATA'yê mirin. -
Li Ceyhanê 6 zarok hatin girtin
Li navçeya Ceyhan a Edeneyê 6 zarok hatin girtin. -
Li hemberî darbeya faşîst a sivîl têkoşîna demokratîk -Selahattîn Erdem
"Li parlamenê, faşîzma kesk, reş û spî hevkarî kir û piştî hilbijartinên 7 Hezîrana 2015an, darbeya faşîst a sivîl kete qonaxek din. Bi vî rengî têkoşîna demokratîk û şorşeger jî kete qonaxek nû." -
Li Sydneyê protestoya 'darbeyê': Em dengê xwe bilind bikin
Li Sydneyê, darbeya li HDP û siyaseta demokratîk hat kirin, hat şermezarkirin. -
6. pêşbirka Çand û Sporê ya Mehmet Dûrmûş pêk hat
Li bajarê Stade yê Elmanyayê, Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad, ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê Pêşbirka Çand û Sporê ya Mehmet Hayrî Dûrmûş lidar xistin. -
'Şehîdên meha Gulanê' li Rûsyayê bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn
'Şehîdên meha Gulanê' li gundê Kurdan bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn. Merasîma bîranînê ji aliyê Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê û Komîteya Gel a Yaroslavl ve hat organîzekirin. -
FKÊ binçavkirina rojnamevan Avesta şermezar kir û xwest bê berdan
Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) binçavkirina rojnamevan Gazal Avanaş ku bi navê Aysel Avesta tê naskirin, bi tundî şermezar kir. -
Li Parîsê çalakiya ji bo destekkirina girtiyên şoreşger
Çalakiyên ji bo destekkirina girtiyan li Ewropayê dewam dikin. Di şeva li Parîsê de hat gotin, "Girtiyên şoreşger rûmeta me ne" û banga mezinkirina piştgiriya şoreşgerî ya enternasyonal hat kirin. -
Kongreyên NCDK dewam dikin
Li bajarên Elmanya Dortmûnd û Grevenbroîchê, Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreyên xwe yên salane lidar xistin. -
Mala Êzidiyan a Hamelnê kongreya xwe ya sêyemîn lidar xist
Mala Êzidiyan a li bajarê Elmanya Hamelnê kongreya xwe ya sêyemîn lidar xist û ji bo bersivê bide pêwîstiyên civakê, plansaziyek ji bo dema pêş, destnîşan kir. -
Li Rotterdamê çalakiya "dest nede vîna min"
Li bajarê Hollanda Rotterdamê, Kurdistanî li ber Konsolosxaneya Tirk li hev civiyan û çalakiya "dest nede vîna min" lidar xistin. -
Şehîdên meha Gulanê li Ewropayê hatin bîranîn
Şehîdên meha Gulanê li gelek bajarên Ewropayê bi çalakî û merasîman hatin bîranîn. -
Rêxistinên Asûrî, Suryanî û Keldanî destek dan HDP'ê
Saziyên Asûrî, Suryanî û Keldanî destek dan parlamenterên HDP'ê yên destnedana wan ji aliyê AKP û Qesrê ve hat rakirin. Saziyan daxuyaniyeke hevpar weşandin û gotin, "dest nede vîna me." -
Konferansa ‘Gurgum a di bin pençê qirkirinê de’ hat lidarxistin
Di konferansa “Gurgum a di bin pençê qirkirinê de” ya ku li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê hate lidarxistin de bal hat kişandin ku Teroyan berdewama qetlîama Gurgumê ye. -
Li Parîsê nûnertiya Rojava tê vekirin
Piştî paytexta Rûsya Moskowê, paytexta Swêdê Stockholmê û paytexta Elmanya Berlînê, vê carê jî li paytexta Fransa Parîsê nûnertiya Rojava tê vekirin. -
Li Dûîsbûrg û Mannheîmê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê ji bo şehîdên meha Gulanê civîna biranînê hate lidarxistin, li Mannheîmê jî bi tevlîbûna ciwanên ji bajarên derdor meşek hate lidarxistin. -
Artêşa Iraqê dest bi operasyona Fellûceyê kir
Hêzên artêşa Iraqê, tevî Heşd El Şebî ji bo rizgarkirina bajarê Fellûce yê ser bi wîlayeta Enbarê, dest bi operasyonê kir. -
Li Hatayê teqîn: Leşkerek mir, 2 kes birîndar bûn
Li navçeya Hatay Samandagê, di encama teqînek li herêma bendergeha Çevlîk de leşkerek mir, yek jê leşker 2 kes jî birîndar bûn. -
Artêşa Iraqê ji sivîlan xwest ji Fellûceyê derkevin
Artêşa Iraqê dor li Fellûceyê girt, ku ev der paytexta îdarî ya wîlayeta Ambarê ye û ji sivîlan xwest, bajêr biterikînin. -
Encamnameya Kongreya CÎK'ê hat eşkerekirin
Encamên kongreya awarte ya Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) hatin eşkerekirin. Di encamnameyê de bang li hemû Misilmanan hat kirin ku li dijî zilma li Kurdistanê li ber xwe bidin. -
Civîna Meclîsa Partiyê ya HDP'ê destpê kir
Civîna Meclîsa Partiyê ya HDP'ê bi serokatiya Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş li ser mijara rakirina destnedanê destpê kir. -
Li zarokên girtî îşkence hat kirin
Zêdeyî 40 zarokên li Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçukler a Edeneyê tên ragirtin, ewilî li hucreyê hatin bicihkirin, piştre îşkence li wan hat kirin. Dûre jî sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin.