ROJANE
Hemû Nûçe
-
Darbeya destnedanê Yekîtiya Ewropa xist nava fikaran
Darbeya destnedanê ya ji aliyê Tayyîp Erdogan û AKP'ê ve hat kirin, welatên Yekîtiya Ewropayê yên di berdêla peymana penaberan de danûstandinan li ser serbestiya vîzeyê dikin, dixe nava 'fikar'an. -
Ciwanên Kurd sibehê li qadên Ewropa ne
Di pêşengtiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad de sibehê li Mannheîm, Hambûrg, Koln û Parîsê bi şîara “Li dijî faşîzma AKP’ê bi ruhê Hakî Karer û Kemal Pîr berxwedana navneteweyî” wê meş bê lidarxistin. -
Demîrtaş: Ti hevalên me bi dildarî naçin îfadeyê
Hevserokên HDP’ê Yuksekdag û Demîrtaş piştî civîna komê daxuyanî dan. Demîrtaş got: “Ez bang li tevahî dozgeran dikim. Ji niha amadekariyên xwe bikin. Biryarên girtin, bi darê zorê birinê derînin. Ji ber em ê bi dildarî neyên.” -
Li Strasbourgê çalakiya ‘Dest nede îradeya min’
Li Strasboûrgê bi hezaran Kurd, Fransî, Elewî û çepgir li peşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk kom bûn û çalakiya protestoyî li dar xistin. -
KESK: Em yekgirtî bin!
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ozgen hişyar kir ku rakirina destlênedanan wê şer û kaosa li welêt kûrtir bike. Ozgen bang lig elan û hêzên demokratîk kir ku têkoşîna hevpar mezintir bikin. -
Ji HDP'ê daxuyaniya destpêkê: Em bi rengê seferberiyê têbikoşin!
Berdevkê HDP'ê Bîlgen da xuyakirin ku "darbeya destnedanê" ji bo wan rewa nîne û banga têkoşîna bi ruhê seferberiyê kir. -
Pêşnûmeya faşîst hat qebûlkirin
Hemû xalên pêşnûmeya AKP'ê ya ji bo rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê hat pêşkêşkirin, bi desteka MHP û CHP'ê hat qebûlkirin. -
Xala 2. bi 374 dengan hat qebûlkirin
Xala duyemîn a pêşnûme qanûna rakirina destnedanê, ku weke 'darbeyê' tê pênasekirin, bi 374 dengên "Erê" hat qebûlkirin -
Demîrel: Em zanin we dengê xwe bi fermana Qesrê bi kar anîn
Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel di dema nirxandina guhertina Destûra Bingehîn de axivî û got, "Em zanin we bi vîna xwe dengê xwe bi kar ne anîn. We li wijdanê xwe guhdarî nekirin û bi fermana Qesrê tevgeriyan." -
Malbata Avesta: Em dixwazin keça me derhal bê berdan
Malbata rojnamevan Aysel Avesta daxuyaniyek da ANF'ê û bang li PDK'ê kir, ku tavilê Avesta berde û dest ji van kiryarên xwe yên xizmetê ji Kurdan re nake, berde. -
Fezlekeyên nû hatin!
Di dema dengdana li ser pêşniyara 'darbe'yê de, têkildarî 8 parlamenterên din de fezleke hatin şandin. -
Xala 1. bi 373 dengên 'erê' hat qebûlkirin
Xala destpêkê ya pêşnûme qanûna ji bo rakirina destnedana parlamenterên fezleke li hemberî wan hatine amadekirin, bi 373 dengên 'erê' hat qebûlkirin. Di dengdanê de 138 dengên 'na' hat bikaranîn. -
Di tûra duyemîn de dengdana li ser xala yekemîn qediya
Di tûra duyemîn a dengdana li ser pêşnûme qanûna rakirina destnedana parlamenterê fezleke der heqê wan de hene, deng ji bo xala yekemîn hatin bikaranîn. Deng niha tên jimartin. -
Li Hagenê bîranîn û meşa protestoyî
Li Hagenê, Şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Êrîşên qirkirinê û hewldanên tesfiyeyê jî hatin şermezarkirin. -
Li Marsîlyayê panela 'Kurdên li Dîasporayê'
Li Marsîlyayê, panelek bi mijara 'Kurdên li Dîasporayê' hat lidarxistin. Di panelê de hat gotin, Kurd cîhaneke wekhev û azad dixwazin. -
Tûra 2. a li ser nirxandina destnedanê destpê kir
Tûra duyemîn a ji bo nirxandina pêşnûme qanûna AKP'ê ji bo rakirina destnedanê pêşkêş kir, îro destpê kir. -
Siyasetmedarên Swêdî: Êrîşa li hemberî HDP'ê êrîşa li hemberî demokrasiyê ye
Serokê Giştî yê Partiya Çep a Swêdê Sjostedt nerazîbûn nîşanî hewldanên tesfiyekirina HDP'ê da û banga piştgiriyê kir. Parlamentera Partiya Çep Fornarve û Parlamenterê Partiya Keskan Amîn êrîşên li Kurdistanê şermezar kirin. -
Şengaliyên li kampa penaberan a Siegenê bûn hedefa êrîşê
Li bajarê Elmanya Siegenê, li kampa penaberan a Bad Laaspherê, roja Çarşemê Êzidiyên ji Şengalê rastî êrîşa penaberên Ereb ên ji Iraqê hatin. Di êrîşê de gelek kes birîndar bûn. -
Demîrbaş: AKP dixwaze Amedê tine bike
Şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demîrbaş diyar kir, hikûmeta AKP'ê dixwaze Amedê tine bike û xwest, ev plana dagirkeriyê bê betalkirin. -
Siyasetmedarê Kurd Sarikaya hate berdan
Mûstafa Sarikaya yê bi mehan e li Norveçê girtî bû, serbest hate berdan. -
Li Marsîlyayê aktîvîteya danasîna Kurdan
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê aktîvîteyên danasîna Kurdan a wê 3 rojan bidome destpê kir. -
Ji bo Mûstefa Sarikaya li Stockholmê xwepêşandan
Bi daxwaza serbestberdana Siyasetmedarê Kurd Mûstafa Sarikaya, li paytexta Swîsre Stockholmê li pêşiya sefaretxaneya Norveçê xwepêşandanek hate lidarxistin. -
DEM-KURD’ê ji bo kongreya Yekşemê banga tevlîbûnê kir
DEM-KURD’ê ji bo kongreya xwe ya roja Yekşemê banga tevlîbûnê kir. -
Ji Partiya Sosyalîst a Ewropayê têkildarî destlênedayînê daxuyanî
Serokê PES’ê Sergeî Stanîshev got: “Rakirina destlênedayîna nûnerên gel ên bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin, hewldaneke bêdengkirina muxalefetê ye.” -
Mêrdînê girtin, li Aydinê binçavkirin
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdîne kesek hat girtin. Li Dîdîm a Aydinê jî gelek kes hatin binçavkirin.